Şervanek li Şengalê ji ber qezayê şehîd bû

Yekîneyên Jinên Şengalê ragihand, şervana wan a bi navê Arîn Şengal 7'ê Sibatê ji ber qezayekê şehîd bûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya YJŞ'ê de hate gotin, "Hevala me Arîn Şengal 7'ê Sibatê ji ber qezayekê şehîd bûye."

Di daxuyaniya YJŞ'ê de hate gotin, "Di şexsê Arîn Şengal de hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatê û gelê me re dixwazin."

Fermandariya YJŞ'ê diyar kir, wê di sala berxwedan û serketinê de li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bi biryardarî bimeşin û tola şehîdan hilînin.

Der barê Arîn Şengal de hate gotin, "Hevala me Arîn Şengal her kêliya jiyana xwe bi fedakarî û têkoşînê neqişand. Yek ji jinên Êzîdxanê bû ku dîl kete destê faşîzma DAÎŞ'ê. Bi zîrekiya xwe xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir û cihê xwe li nava refên berxwedanê girt. Hevala Arîn ku di pêngavên li dijî DAÎŞ'ê hemûyan de cih girt, piştî pêngava Reqayê berê xwe da Şengalê û weke pêşeng û rêvebr cihê xwe di nava refên YJŞ'ê de girt. Li ser şopa Xatûn Ferxa, Zerîfe Ose, Berîvan û Arînan bû ruhê berxwedanê yê jinên Êzidî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê YJŞ'ê em dibêjin, Arînên vî welatî wê bibin paşeroja jinên azad ên Êzîdxanê û şehîdan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin."