Şerîk: Plana têkbirinê dewam dike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, ku 'Plana Têkbirinê' hê di rojevê de ye got, li dijî vê yekê gerîla li her cihî têdikoşe.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi bîr xist, ku dewleta Tirk di civîna MGK'ê ya 30'ê Cotmeha 2014'an de biryara şer a tinekirinê daye û navê Plana Çalakiyê ya Têkbirinê li vê biryara xwe kiriye. Şerîk got, ev plan dewam dike.

Cemal Şerîk anî ziman, ku operasyona xapandinê ya AKP'ê bandor li gelek kesan kiriye, lewma helwesteke têrker li dijî êrîşkariya vê planê nayê nîşandan. Şerîk diyar kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî vê planê bi berpirsyariya xwe rabûye û radibe.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da zanîn, ku planên bi vî rengî li welatên ku têkoşîna şoreşgerî lê tê dayin ji aliyê rejîmên şerê taybet ve weke stratejiyekê tên meşandin.

Şerîk diyar kir, Plana Têkbirinê pêwendiya xwe yekser bi kevneşopiya qirker, mêtinger û kujer a rejîma Tirk a faşîst heye û anî ziman ku ji aliyê rêbaz, taktîk û stratejîk ve mîna plan û polîtîkayên kujer, mêtinger û qirker ên berê ye.

PIŞTÎ 7 HEZÎRANÊ BI TEMAMÎ KETE MERIYETÊ

Şerîk destnîşan kir ku Plana Têkbirinê bi taybetî piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê bi temamî ketiye meriyetê û wiha dewam kir: "Hêzên demokratîk bi pêşengiya HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de serketineke dîrokî bi dest xistin. Desthilatdariya AKP/Erdogan a ku nekarî xwe li vê serketinê rabigire, MHP a faşîst jî ber bi aliyê xwe ev kişand û piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê darbe kir. Ev yek weke Darbeya 24'ê Tîrmehê jî dikare bê nirxandin. Dema ku ev darbe kir, bi rêya demagojiyê xwest gel bixapîne."

BANDORA OPERASYONA XAPANDINÊ

Şerîk got, desthilatdariya AKP/Erdogan bi operasyona xapandinê re xwest Plana Têkbirinê rewa bike û anî ziman, ku dema serî li vê yekê da, îdîa kir ku PKK'ê dest bi raperînê kiriye.

Şerîk got, "Beriya her tiştî divê her kes vê baş zanibe; PKK'ê dest bi raperînê nekir!" û diyar kir, piştî Darbeya 24'ê Tîrmehê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya şer hewl da zordarî û serweriyê li ser civak û bajarên Kurdistanê bike.

Cemal Şerîk işaret bi bandora vê operasyona xapandinê kir û ragihand, ji ber bandora vê yekê gelek hêzên ku xwe weke alîgirê aştî, wekhevî û edaletê nîşan didan, li pêşberî şer û hilweşandina li Kurdistanê bêdeng man. Şerîk da zanîn, ku gelek derdor jî piştî Darbeya 24'ê Tîrmehê bi faşîzma AKP/MHP'ê re di mijara 'mutabaqata neteweyî' de li hev kirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi bîr xist, ku gelê Kurd li dijî Plana Têkbirinê û Darbeya 24'ê Tîrmehê xwerêveberî îlan kir, xweparastina xwe destnîşan kir û got, gelek hêz û derdorên li Kurdistan û Tirkiyeyê rastî berevajî kirin û hewl dan ku şerê ji aliyê desthilatdariya AKP/Erdogan ve hate destpêkirin rewa bikin û PKK û gelê Kurd weke berpirsyarê vî şerî nîşan bidin.

OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ

Cemal Şerîk anî ziman, ku PKK bi pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin girêdayî ma û destnîşan kir, ku Ocalan hê di destpêka pêvajoyê de di mijara desthilatdariya AKP/Erdogan de Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd hişyar kiribû. Şerîk diyar kir, ku ligel vê yekê Ocalan xwestiye pêvajoyê bidomîne, lê ji PKK'ê û gelê Kurd jî xwestiye ku xwe ji her tiştî re amade bikin. Şerîk ragihand, fikarên Rêberê Gelê Kurd Ocalan rast bûn û mîna her carê careke din derkete holê ku mafdar e.

HEWLDANÊN BERHÊLÎKIRINÊ YÊN MUSTEŞAR

Şerîk da xuyakirin, Plana Têkbirinê ji aliyê Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê ve hate amadekirin, ku tevlî pêvajoya diyaloga bi Ocalan re dibû û got, heman musteşarî xwest di hevdîtinan de rê bide ber Ocalan, lê Ocalan destûr nedaye vê û neketiye vê xefikê. Şerîk got, Ocalan bi rengekî ji dil xwestiye projeyeke çareseriya demokratîk biafirîne, lê belê bi Plana Têkbirinê ya desthilatdariya AKP/Erdogan re ev hewldan hatiye têkbirin.

PKK BI BERPIRSYARIYA XWE RADIBE

Cemal Şerîk anî ziman, ku li dijî Plana Têkbirinê û Darbeya 24'ê Tîrmehê PKK bi hemû erk û berpirsyariyên xwe rabûye û destnîşan kir, ku bi saya berdêlên giran û berxwedana PKK'ê, hebûna gelê Kurd hatiye ewlekirin û pêşî li planên qirkirinê hatiye girtin. Şerîk da zanîn, ku ligel vê yekê jî hêzên demokrasiyê li hemberî Plana Têkbirinê û Darbeya 24'ê Tîrmehê berxwedan û têkoşîneke xurt nîşan nedane.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, ku Plana Têkbirinê hê di dewrê de ye û destnîşan kir, li dijî vê yekê gerîla ji Amedê heta Dersimê, ji Derya Reş heta Amanosan li her herêmê li ber xwe didin û têdikoşin. Şerîk got, hêzên demokrasiyê ji bo bersivê bidin pêvajoyê divê bi rengekî çalak têbikoşin û anî ziman, serketin bi berxwedana gerîla û têkoşîna hêzên demokrasiyê dibe.