Şerê li Garê bi dijwarî didome

Di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Gerê de gelek leşker hatine kuştin. Çavkaniyên Tirk ragihandin ku serpelê bi navê Harûn Tûrhan û leşkerek hatine kuştin. HPG’ê li ser êrîşê daxuyaniyek nedaye.

Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Gerê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin bi dijwarî didome.

Çavkaniyên Tirk ragihandin ku serpelê bi navê Harûn Tûrhan û leşkerek hatine kuştin. HPG’ê li ser leşkerên hatine kuştin ti daxuyaniyek nedaye.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin  ku şerê li devera Siyanê ya Garê bi hemû dijwariya xwe didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşê îro ev agahî dabû: "Artêşa Tirk 10'ê Sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ji saet 03:00 ê şevê heta saet 06:00 ê ber destê sibehê, zeviyên gundên Gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehan carî hatin bombekirin.

Derdora gundê Çemrobotkiyê saet di 04:30'î de du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hate bombekirin. Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundên Yekmalê û Siyanê bombe kirin.

Li gel bombardûmana balafirên şer û helîkopterên Kobra, dagirkeran xwe li gundê Siyanê danîn. Li vê derê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket, şer hîn jî dewam dike. Hêzên me li helîkpoterên Kobra û Skorsky ên dagirkeran xistin, helîkopterên dagirkeran piştre ji herêmê çûn.

Dagirkerên ku tevlî vê operasyona ji bo dagirkirina Garê bûne, ne ji Bakurê Kurdistanê lê belê ji Başûrê Kurdistanê bi helîkopterên Kobra û Skorsky hatin herêmê."