Şer û şewat li çiyayê Şaho derket

Ji ber topbarana artêşa Îranê, ev sê roj in li çiyayê Şaho şewat heye. Li heman herêmê duh jî şer derket.

Li çiyayê Şaho, ku li bajarê Kamyaran ê ser bi eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber topbarana rejîma Îranê ev 3 roj in şewat derketiye.

Hêzên rejîma Îranê, roja 7'ê Tebaxê, qadên Tengîwer û Palengan ên çiyayê Şaho weke "qaşa tatbîqata leşkerî" îlan kirin. Bi vê îlanê re li herêmê liv û tevgera leşkerî dest pê kir û top li herêmê hatin barandin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, piştî vê tiv û tevgerê duh li çiyayê Şahoyê şer dekret û ji artêşa Îranê 3 pasdar mirin. Zelal nebû ku şer di navbera kê de qewimiye.

Şewata ku ji ber topbaranê li herêmê derket, hê jî dewam dike. Welatî dixwazin agir vemirînin, lê hêzên Îranê destûrê nadin.

Tê gotin, hêzên rejîmê ji gundiyan û mirovên li derdorê re ragihandine, ku herêm ji 7 heta 13'ê Tebaxê "herêma tatbîqatê" ye û hişyarî dane ku kes ji malên xwe dernekevin.

Welatiyên ku ji herêmê agahî dan ANF'ê gotin, gelek pasdar li gunên Tengîwer û Palenganê bi cih bûne û piraniya van pasdaran jî bi zimanên cuda daxivin.