Şenyaşar: Desthilatdarî wê hesabê bide

Ferît Şenyaşar ku li Rihayê bi dayika xwe re Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku bi binceta lêpirsînekê gazî dayika wî Emîne Şenyaşar kirine ku biçe îfadeyê bide û destnîşan kir ku desthilatdarî wê hesab bide.

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 746’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar wek her roj ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li pêş pankarta ku li ser, “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” nivîsandî çalakiya xwe dan destpêkirin.

Ferît Şenyaşar di Nobeda Edaletê de axivî û diyar kir ku daxwaza têkoşîna wan edalet e û pêwîstiya her kesî wê bi edaletê hebe. Şenyaşar anî ziman ku duh bi rêya telefonê polîs li wan geriyane û gazî dayika wî Emîne Şenyaşar kirine ku ji ber lêpirsînek berê hatiye destpêkirin û îfade nedaye biçe îfade bide û wiha got: “Hemû kes dizane ku bêedaletiyek li holê heye. Ji ber ku emniyet jî dozger jî dizane ku rojeke ew desthilata zilmê biguherê hemû kesên ku di bin vê zilmê de îmzaya wan heye dê bi rêya hiqûqê hesab bidin.”

Şenyaşar anî ziman ku Tirkiye ketiye demeke nû ya hilbijartinê û wiha got: "Armanca sereke ya nobeta me komkujiya li dijî malbata me ye û hemû Tirkiye bi vê qetlîamê dizane. Heta ku edalet pêk were wê têkoşîna me li ber edliyeyê berdewam bike. Yên ku piştgiriya AKP'ê dikin wê bi çi rûyî deng ji gelê Rihayê bixwazin, heke gelê Rihayê qala têkoşîna me kir wê çi bersiv bidin, em meraq dikin. Em di doza xwe de mafdar in. Ji ber wê jî heta edalet pêk were em dev jî têkoşîna xwe bernadin."