Şêniyên Xanesorê: Mafê me ye em xwe biparêzin û bi rê ve bibin

Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şaxê Xanesorê bi daxuyaniyeke hevpar li ber lihevkirina rêveberiyên Bexda û Hewlêrê rabûn.

Daxuyaniya çapemeniyê li ber avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê bi zimanê Erebî hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi tundî li ber biryara Bexda-Hewlêrê radibin û napejirînin. Ji ber ku ev biryara hatiye standin, nakeve xizmeta xelkên Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe. Ji ber ku ev biryara hatiye standin biryareke siyasî ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ti biryarên ku di berjewendî û erêkirina me de nebin wê bi rengekî tund were redkirin. Daxwaza me ya bingehîn ew e ku kesên koçber bûne li warê xwe vegerin. Daxwaza me ya duyemîn jî avakirina Şengalê ye. Her wiha em dixwazin kesên ku ji fermanê zerar dîtine tazmînat ji wan re bê dayin. Divê dewleta Iraqê mafên civaka Êzidî bi her awayî qebûl bike. Divê biryarên li derveyî îradeya Êzidiyan nede û peymanan bi kesên cuda re bike. Lewma em xelkê Şengalê di asta sereke de xwedî maf in ku her tiştên xwe, rêveberiyên xwe bi leşkerî, xizmetguzarî, civakî, aborî û bi her awayî bi xwe hilbijêrin. Mafê me ye ku em xwe biparêzin û vê yekê bi koordîneya bi hikumeta Iraqê bikin."