Şêniyên wargeha Mexmûrê komkujiya li Şeladizê şermezar kirin

Komkujiya ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer li herêma Şeladizê ya Başûrê Kurdistanê kir û 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate şermezarkirin.

Girseya gel a bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Îştarê li ber Saziya Malbatên Şehîdan li hev civiya, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, daxuyaniyek da.

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Bedran Pîran li vir axivî û got, "Li Şeladizê ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve komkujiyek li mirovên sivîl, mirovên ku debara xwe ya jiyanê dikirin, hate kirin. Ji ber êrîşê 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dan."

Pîran komkujî bi tundî şermezar kir û got, "Ev ne komkujiya destpêkê ye, ne jî ya dawî. Li Başûrê Kurdistanê gelek caran komkujiyên bi vî rengî hatinek irin. Lê heta niha ti partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê li dijî van komkujiyan helwest nîşan nedane."

Di dawiya axaftina xwe de Pîran sersaxî li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest.

Çalakiya şermezarkirinê bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qediya.