Şêniyên Wanê: Zem êdî bûye zilm

Bi zemên zêde birçîbûn li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê ferzkirin. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Êdî zem veguherîne zilmê."

Polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rengê zema giran li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedigere. Buhayê gelek alavan ewqasî zêde bûye ku êdî nikarin bêne kirîn.

Buhayê hin alavan ji rêjeya ji sedî 100 heta ji sedî 700'î hatiye zêdekirin. Sotemeniya ku par bi 7 lîreyî bû niha bûye 25 lîre. Rûnê ku 5 lître bi 35 lîreyî bÛ niha bûye 175 lîre. 5 kîlo ard ku 15 lîre bû niha bi 80 lîreyî tê firotin. Rûnê gulên berberojkê ku 18 kîloyê xwe bi 150 lîreyî bû, niha bûye hezar lîre. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî buhabûnê dan. Li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Cengîz Akin got, "Tirkiye 7 sal in di nava şer de ye. Ev zem jî encama vî şerî ye. Eger tu di nava şerekî de be tu nikare zû bi zû ji bin bandora wê derkeve. Tirkiye 7 sal in di nava şerekî bêeman û yekalî de ye. Bombeyan li her derê dibarîne. Beriya niha buhayê fîşekekê jî ji gel re gotibûn. Divê gel vê yekê bibîne. Mazot bûye 25 lîre. Gelo cotkar wê zeviyên xwe bi çi cot bike? Berpirsyarê yekane yê vê yekê hikumet e. Aborî her sal bêhtir nebaş dibe, ji ber ku Tirkiye di nava şerekî de ye. Kîsekî ard bûye 400 lîre, tenekeyekî rû bûye hezar lîre. Bi gotina nûçeyên derewîn ên dibêjin 'kêm mane' dike ku pere bê xerckirin û ji hinekan re biçe. Bila gel bi vê nexape."

DESTHILATDARÎ BERPIRSYAR E

Tûran Karaca jî anî ziman ku ew Çelebîbag a bi 3 kîlometreyî dûr hatiye û mazota ku bi 100 lîreyî kirîbû qediya. Tûran Karaca got, "Eger par bûya bi vî pereyî ez dikarîbûm biçûma Çewlikê ya bi 320 kîlometreyî dûr û vegeriyam. Berhemên rûn jî bi heman rengî ye." Tûran Karaca diyar kir ku jiyan li wan bûye jehr û got, "Zem êdî bûye zilm." Tûran Karaca ragihand ku yên welêt bi rê ve dibin berpirsyarê vê yekê ne û got, "Ez 55 salî me, min ewqas zem di emrê xwe de nedît. Mirov êdî nikarin debara xw ebikin. Mirov hewl didin ji ser sergo nan peyda bike."

JIYAN LI BER RAWESTÎNÊ YE

Mûstafa Demîr jî diyar kir ku ew karê şuştinê dike û got, "Kefa ku min beriya du mehan bi 190 lîreyî dikirî niha bûye 320 lîre. Mirov êdî nema dixwaze bixebite. Fatûreya elektrîkê 2 meh in ji 2 hezar û 600 lîreyî heta 2 hezar û 800 lîreyî tê. Ez du kesan li gel xwe dixebitînim, lê kar nîne. Mirov êdî nikarin wesayitên xwe bişon. Ji ber ku ji ber zema li sotemeniyê mirov êdî nikarin wesayitên xwe biajon. Esnaf perîşan bûne. Em êdî nikarin pêwîstiya xwe ya malê pêk bînin. Bi giran kêm dikirin yan jî bi deyn hewl didin bikirin. Gel gelekî tengav bûye. Em nizanin ku çawa îdare bikin."