Şêniyên Silopiyayê: Em bi şaredariya xwe re dixebitin

Şêniyên Silopiyayê ku piştî qeyûm ji nû ve xwe bi rê ve dibin, dibêjin ku tevî barê giran wê bi hevşaredarên xwe re navçeyê ji nû ve bi pêş ve bibin.

Hevşaredarên HDP'î yên Silopiyayê Suleyman Şavlûk û Adalet Fîdan piştî ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi ser ketin bi lez û bez dest bi kar kirin. Şêniyên Silopiyayê bendewariya xwe ya ji şaredariyê anîn ziman.

Ji şêniyên Silopiyayê yên ji ANF'ê re axivîn Siyajin Burofek diyar kir, ku ew dixwaze şaredarî karê jinê xurtir bike û got, "Me hemûyan dît ku qeyûm destpêkê êrîşî jinê û karên jinê kir." Burofek destnîşan kir ku şaredarî wê giraniyê bide ser vî karî, lê ew dixwaze di vê mijarê de hinekî din bilezîne.

Abdusselam Gulgen jî bi bîr xist ku di dema qeyûm de karên ciwanan çawa ji holê hatin rakirin û diyar kir, niha şaredariyê komîsyoneke ciwanan û çandê ava kiriye. Gulgen bal kişand ser fûhûş û narkotîka li herêmê û navçeyan hatine belavkirin û got, "Bi zêdekirina karên civakî û çandî em dikarin li dijî vê yekê têbikoşin. Bi avakirina navendeke ciwanan ev kar dikare bê kirin. Me daxwaza xwe ji şaredairyê re ragihand û wan jî gotin ku wê di demeke kurt de di vê mijarê de bikeivn nava hewldanan. Vê yekê em kêfxweş kir."

Kazim Dîrekçî diyar kir pirsgirêka herî mezin a li Silopiyayê pirsgirêka av û rê ye û got, "Karê ji bo avakirina rê dest pê kiriye. Em ji vê yekê kêfxweş in, bêguman didome lê têrê nake. Niha rêyên bingehîn tên avakirin. Em li bendê ne ku beriya zivistanê rêyên din jî bên avakirin." Dîrekçî destnîşan kir ku ji bo xurtkirina navçeya xwe ew amade ne bi hevşaredarên xwe re bixebitin.

Huseyîn Yalvaç jî got, dema ku hevşaredar li berjewendiyên gelê xwe bifikirin wê her tim serketî bin.