Şêniyên Mexmûrê şehîdên perwerdeyê bi bîr anîn

Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji bo bîranîna şehîdên qada perwerdeyê, bernameyek taybet lidar xistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sal di 2’yê Gulanê roja şehadeta Fermandarê PKK’ê Mehmed Karasûngûr de hemû şehîdên qada perwerdê tên bîranîn. Duh bi şev merasîma bîranînê bi beşdarbûna hemû malbatên şehîdên qada perwerdeyê, xwendevan û mamostayan, li dibistana Şehîd Mehmet Kurt, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê qada perwerdeyê Mamosta Hewar Gungen axivî.

Mamosta Hawar di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Şehîdên me ji bo parastina nirxên civakê canê xwe kirine qurban, erkê xwe yê welatparêzî pêkanîne. Yê bibe şopdarên wan, emin. Li erk û berpirsyartiya xwe, xwedî derbikevin. Pêwîste em, li ser rêya wan bimeşin. Ji bo xwe gihandina armancên şehîdên xwe, divê em di nava lêgerînan de bin.”

Piştî axaftina Mamosta Hewar, belgeyên rûmetê ji bo malbatên şehîdan hatin dayîn. Piştre sînevîzyonek ku qala jiyan û têkoşîna şehîdên qada perwerdê dikir, hatibû amadekirin, hat pêşandan.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.