Şêniyên Mexmûrê fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar bi bîr anî

Şêniyên Wargeha Mexmûrê fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ku 21’ê Gulana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anî.

Fermandar û gerîlayê HPG’ê Dilxwaz Gabar ku di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medayê di encama êrîşekî hewayî de şehîd bûbû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmek girseyî hat bîranîn.

Şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan hatin ba hev. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê ji Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Ehmed Nêrwehî li ser jiyan û tekoşîna şehîd Dilxwaz Gabar axivî.

Ehmed Nêrwehî di despêka axaftina xwe de di şexsê Şehîd Dilxwaz de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Heval Dilxwaz wekî navê xwe bû, ji bo gel û welatê xwe hevalekî dilxwaz bû. Heval Dilxwaz şoreşger û têkoşerek Kurd bû. Heval Dilxwaz jî weke hemû hevrêyên xwe ji bo rizgarkirina welatê xwe Kurdistanê 32 salan ked û têkoşîn meşand. Hevalên wek heval Dilxwaz mirov nikarin bi çend gotinan bînin ziman ji ber ku kedek û têkoşînek a heval a bê hempa heye. Armanca heval Dilxwaz her tim şopandina rêya şehîdan û bilindkirina doza wan bû. Li ser vî bingehî em dubare dibêjin destpêkê serê Serok Apo, malbata hêja, gelê welatparêz û gelê wargeha Mexmûrê sax be.”

Wê îro heta êvarî li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo fermandar Dilxwaz Gabar serdanên sersaxiyê werin qebûlkirin.

Piştî axafina Ehmed Nêrwerhî merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.