Şêniyên Mexmûrê: Bila gelê Kurd û Kurdistaniyan bi wan kiryarên xwe neceribînin

Welatiyên wargeha Mexmûrê meşek girseyî li darxistin û dibêjin heya agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê standin ewê li qadan bin.

Ji duh ve li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gelê Kurd û dostên wê ji ber nûçeyên têkildarê rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyayên dîjîtal hatinî parvekirin bi fikare û daketine qadan.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî mîtîng û daxuyaniya ku duh lidarxistibûn îro jî bi tevlîbûna hemû şêniyên wargehê meşek girseyî lidarxistin.

Ji 7 salî bigre heya 70 salî welatiyên Mexmûrê li gor saeta herêmî di saet 10:00’an de li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin gel hev û dest bi meşê kirin.

Di meşê de poster, al û wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Her wiha pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Dem, dema azadkirina Rêber Apo ye" hatin vekirin.

Di meşê de bi bedewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qêrîn.

Meş heya ber avahiya Netewên Yekbûyî (NY) dewam kir. Li wir girseya gel dîsa kombûn û beriya daxuyanî were dayîn ji bo giyanê hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê berê yê Meclîsa Gel a Demokratîk Hisên Kara ve hate dayîn. Kara di destêka daxuyaniyê de îşare bi hin gotinên têkildarî rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev çend rojin li ser medyayên dîjîtal hatine parvekirin kir û got: “Hêzên dagirker û komploger ti caran dest ji konsepta xwe ya înkar û îmhayê bernedane. Em wek gelê Kurd û Kurdistanî deyîndarê Rêber Apo ne, ji ber ku Rêbertiya me xeta azadî, artêş û eniyê nişanî me daye. Ji bo wê jî em bi fikir û ramanê Rêbertiya xwe jiyan dikin, em bê Rêbertiya xwe nikarin jiyan bikin.”

Kara bal kişande ser siyasetên AKP-MHP’ê yên li hemberî gelê Kurd û Kurdistanî û wiha pêde çû: “Bila îtîfaqa AKP-MHP’ê gelê Kurd û Kurdistaniyan bi wan kiryarên xwe neceribîne, bi hezaran fedayî yên Rêber Apo hene.”

Hisên Kara di dawiya daxuyaniyê de dazanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd, Rêberê hemû gelên bindest û mirovahiyê ye û got: “Dema hêzên komploger gavên xwe di avêjin, bila bi hesab bavêjin.” Kara herî dawî hemû hêzên komploger û îxaneta navxweyî şermezar kir.

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” hatin qêrkirin û bi vî rengî çalakî bi dawî bû.