Şêniyên Mexmûrê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê pîroz kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyanî hate dayîn.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî pîroz kirin. Daxuyanî li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê, bi tevlîbûna dehan xebatkaran û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Daxuyanî ji aliyê xebatkara Şaredariyê Mexmûrê Jiyan Pûsat ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Li hemberî pergala dewlet-kedxwar a hezar salî, bi têgihiştin û ruhê 1’ê Gulanê em dakevin qadan û xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em di kesayata şehîdên meha Gulanê de, hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr tînin. Ked û îrade, hebûna mirov e. Ked û hebûna civakê, di bin destê pergala desthilatdar de ev bi salane hatiye desteserkirin. Ji nava malê bigre, heta hemû sazî û dezgehên civakî, ji aliyê desthilatdaran ve hatine desteserkirin. Keda xwe xwedî derketin û parastin, vîna xwe parastin e. Ango xwebûyîn jiyankirin e. Li hember kedxwariyê Tevgera Azadiya Kurdistanê heta dawî têkoşîn daye û niha jî dide. Heya ku civak nebe xwedî îrade, nikare bibe xwedî hêza xwe rêvebirin û xwe parastinê.

Em ber bi hilbijartinek dîrokî ve diçin û hilweşandina dagirkerî û faşîzmê nêzîkbûye. Em bi kelecana serkeftina hilbijartinê, bi ruhê 1‘ê Gulanê dakevin qadan, faşîzmê hilweşînin. Keda mirov îradeya mirov e, xweseriya gelan ava bikin. Bi vê boneyê em cejna kedkarên cîhanê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, cangoriyên azadiyê, gerîlayên azadiyê û tevahî karkeran pîroz dikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “1’ê Gulanê li Rêber pîroz be” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.