Şêniyên Hesekê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Niştecihên Hesekê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşiyan.

Bi hezaran welatiyên ji Hesekê û derdora wê li gundê Berzan li hev civiyan, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Di meşê de posterên Ocalan, pankartên bi nivîsa "Bê Serok jiyan nabe"," Azadiya Ocalan azadiya me ye" û "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin" hatin hildan û li dijî tecrîdê dirûşme hat qîrîn.

'HETA KU OCALAN AZAD BIBE, EM Ê LI SER PIYAN BIN'

Endama Kongreya Star a Hesekê Inûd Qiro li çalakiyê axivî û got, "Gelên Hesekê, azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin. Ji ber vê yekê jî îro li vê derê ji bo azadiya Ocalan çalakiyê lidar dixin."

Qiro wiha dewam kir: "Weke Kongreya Star û gelên Hesekê, em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin. Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê her tim li ser piyan bin."

Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ehmed El Şemerî jî got, "Dewletên navneteweyî, ji ber berjewendiyên xwe yên li Tirkiyeyê li pêşberî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng in."

El Şemerî got, "Di destpêkê de me bi rastiya Rêber Apo nizanî bûn. Tenê me dizanî bûn ku ew Rêberê Gelê Kurd e. Lê belê piştî ku me gelê Kurd nas kir, me ji Rêbe Apo hez kir. Ew rêberekî leheng e. Em îro ji bo azadiya Ocalan rabûn ser piyan û em ê berxwedana xwe bidomînin."