Şêniyên Girê Spî û Kobanê ji bo Efrînê daketin qadan

Bi deh hezaran kes li Girê Spî û Kobanê daketin qadan û bersiv dan gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê li Efrînê dixwe.

Bi deh hezaran kes li Girê Spî û Kobanê meşiyan û gotin," Efrîn wê bi ser bikeve."

KOBANÊ

Gelê Kobanê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan û Kendal Efrîn li meydana Şehîd Egî bi guliyên zeytûnê li hev civiya û pankartên bi nivîsa "Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî tevahiya gelê Sûriyeyê ye", "Efrîn wê bi ser bikeve" vekir.

Bi hezaran kes, bi qîrîna dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Erdogan ê faşîst wê têk biçe" heta Meydana Jinên Azad meşiyan. Li vir axaftin hatin kirin û hat gotin, "Efrîn bi tenê nîne, Efrîn wê bi ser bikeve."

GIRÊ SPÎ

Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî jî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Efrînê daketin qadan. 

Meş ji aliyê Meclîsa Kantona Girê Spî ve hat organîzekirin û ji çerxerêya El-Elem dest pê kir. Di meşê de Hevserokatiya Meclîsa Kantonê Begara Hec Mislim û Hemîd Ebid, serokên komîteyên meclîsîn kantonê, rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên herêmê amade bûn.

Meşvanan alên QSD/YPG/YPJ′ê û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha pankartên ″Efrîn bajarê zeytûnê û sembola aştiyê ye″, ″Efrîn Girê Spî ye″, ″Efrîn Dilê gelên Sûriyeya azad e″  û ″Em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin″ vekirin.

Meşvan li çerxerêya şaredariyê rawestiyan û deqeyek rêz girtin. Piştre Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got, ″Em ê li dijî faşîzma Tirk, piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bikin.″

Piştre jî bi navê Kongreya Star Muna Eswed axivî, kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêma Efrînê, tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya civaka navneteweyî li hember siyasetên Tirkiyeyê şermezar kir.

Muna got ku wê gelên Bakurê Sûriyê li dijî êrîşên AKP′ê rabin ser piyan.