Şêniyên Amedê: Em nikarin debara xwe bikin

Amediyan diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê ew nikarin debara xwe bidin û gotin, mirovên xizan fêkî û zebzeyên ji ber bazarê dimînin, didin hev.

Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên aboriyê yên dewleta Tirk di nava krîzeke giran de ne. Ji dikandaran heta bi kedkarên cemaweriyê, ji mirovên di kirê de ne heta bi xebatkaran her kes gilî û gazinan dikin ku nikarin debara xwe bikin. Desthilatdariya AKP-MHP jî ji bo vê rêveçûna neyînî binixumîne, hewl dide rojevê berevajî bike.

Şêniyên Amedê li ser pirsgirêkên aborî yên li bazarê û malê ji ANF'ê re axivîn.

FIROŞKARÊ LI BAZARÊ JÎ NIKARE ZEBZEYÊ BIBE MALA XWE

Ridvan Taş: Aborî salên dawî gelekî nebaş bû. Li pêş çavên me mirov li bazarê fêkî û zebzeyên xerabûyî didin hev. Rewşa van mirovan divê wijdanan biêşîne. Ez bi xwe ji vê rewşê gelekî aciz im. Krîza aboriyê giştiye wê astê ku li Îş-Kûrê dema ku kotaya ji bo 1.350 kesî tê vekirin 13 hezar kes serlêdanê dikin. Mîna ku hûn îro li bazarê jî dibînin, mirov li benda êvarê dimînin ku buhayê tiştan erzan bibe. Em ketine rewşeke welê ku firoşkarên li bazarê jî nikarin zebze û fêkiyan bibin mala xwe.

LI MALÊ HIZÛR NEMA YE

Veysî Kaplan: Dilê me êdî rehet nîne. Ez bi xwe 35 salî me, ji bo kar çûm hevdana findeqan. Li wir jî çûm karê garisan. Karsaz ji ber ku nekarî yewmiya min bide, di berdêlê de garis da. Ez niha li vir van difiroşim û hewl didim hewmiya xwe derxînim. Vê bêkarî û bêperetiyê bandor li hizûra me ya li malê jî kir. Cihêbûna demên dawî ji ber krîza aboriyê ye. Rayedarên desthilatdariyê radibin dibêjin ku aborî baş e, lê min aliyekî wê yê baş nedîtiye. Mirov êdî çopê didin hev.

EM NEÇAR IN KU TAYYÎP BIŞÎNIN

Şukru Uner: Em nema dikarin tiştekî bikirin, krîz di asta herî bilind de ye. Mirov niha gelekî zor û zehmetiyê dikişîne. Tayyîp Erdogan her tişt firot. Ji ber ku tiştekî bifiroşe nema ye, êdî zextê li mirovan dike. Em neçar in ku Tayyîp bişînin. Êdî bila yekî din bê. Ew nikare welêt bi rê ve bibe, ji bo dewlemendan dixebite, ne ji bo xizanan. Ji bilî talanê tiştekî din nake.

HILMA ME JÎ BI BACÊ YE

Kadîr Şeker: Dikandar ji ber krîza aboriyê nikare kar bike. Mirovên têne kirînê jî li buha dipirsin û tiştekî din nikare bike. Her roj zem tê kirin. Êdî bêzar bûn. Em gihîştin wê astê ku dikana xwe bigirin. Ji ber ku welê li me hatiye ku hilma em distînin jî bûye bi bacê. Heta saet 12'ê nîvro kar li firoşgeha min nabe. Piştî nîvro ji neçarî tême vê derê û dezgehê datînim. Ji ber ku hikumet ti derfetê nade em gelekî zehmetiyan dikişînin. Me hêviya xwe ji dest nedane. Armanca me ew e ku birçî nemîne û hewcedar nebin.