Şêniyên Şengalê ji bo azadiya Ocalan kon vedan

Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Şengalê kon vedan.

Şêniyên Şengalê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser civaka Êzidî, bi pêşengiya TAJÊ û ciwanên Şengalê li çiyayê Serdeştê û navenda Şengalê kon hatin vedan.

Çalakî wê 5 rojan dewam bike û hemû saziyên Êzidiyan ên li Şengalê wê serdana kon bikin û li ser mijarê peyaman bidin.

Bi navê komîteya amadekar a çalakiyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Zehra Silêman li vir axivî û diyar kir, ku bi rêya vê çalakiyê ew dixwazin tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin.

Silêman anî ziman, ku erka civaka Êzidî ye ku ji bo azadiya xwe têbikoşe û bi bîr xist, ku yê ew ji qirkirin û fermanê rizgar kir, felsefe û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Di dawiya axaftina xwe de Zehra Silêman got, "Ez bang li tevahiya civaka Êzidî dikim, ku ji bo Rêbertî rabe ser piyan. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya me hemûyan e."