Şengaliyan bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe veşartin

Fermandarên YBŞ'ê li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilşêr a li Çiyayê Şengalê hatin veşartin.

Balafira bêmirov a dewleta Tirk duh li Serdeşta çiyayê Şengalê wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku sê fermandar û pêşengên civaka Êzidî têdebûn, hedef girt. Şehîdên Şengalê Şehîd Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr îro di saetên sibehê de piştî rê û resmên olî, derbasê nexweşxaneya Xanesorê hatin kirin û ji wir jî bi karwaneke girseyî li şehîdgeha Şehîd Dilşêr û Şehîd Berxwedan ya li Çiyayê Şengalê hatin veşartin.

Di rê de bênavber dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin. Posterên şehîdan û alên YBŞ û YJŞ’ê hatin hildan.

Ji derveyî fermandar û şervanên YBŞ û YJŞ’ê, endamên rêveberiya xweser, TAJÊ, sazî û rêxistinên Şengalê, nûnerên pêkhateya Ereb jî beşdarê merasîmê bûn.

Her wiha ji her aliyê Şengalê gel tevlî merasîma şehîdan bûn û malbatan bi tenê nehiştin.

Di merasîmê de bi navê fermandariya YBŞ’ê, rêveberiya Xweser, TAJÊ û pêkhateya Ereb axaftin hatin kirin û peyamên girîng hatin dayîn.

Bi navê Fermandariya YBŞ’ê Xemgîn Şengalî axaftina destpêkê kir û vê peyamê da: “Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de fermandar, pêşeng û şervanên YBŞ’ê hatin hedefgirtin û şehîdbûn. Dewleta Tirk û xayînên destekê didinê her roj êrîşê hêzên me dikin. Hevrê Dîndar ji roja ku tevlî YBŞ’ê bûye heya deqeya şehadeta xwe bi hemû hêza xwe, bêdudilî, bê navber ji bo civaka xwe ked da. Di rizgarkirina keç, jin, zarok û dayikên Êzidî de, tolhildana wan ji xwe re wekî rê danî. Hevrê Dîndar bi axa xwe ve girêdayî bû. Hevrê Çiya ji malbatekî xwedî Ocax bû. Hevrê Çiya jî ji roja ku tevlî bû heya şehadeta xwe da ser şopa fermandar û pêşengên civaka Êzidî. Hevrê Pîran, şopdarê hevalê Pîr Çeko bû. Wî jî soz dabû Ş.Pîr Çeko û bi soza xwe ve hatibû girêdan. Em wek şervanên YBŞ’ê, em wek zarokên Êzîdxanê, em wek mîlîtanên Ş.Zerdeşt, Ş.Pîr Çeko û Ş.Dijwar heya dawiyê rêya wan bişopînin. Tolhildana van şehîdan hêz dayîn û xurtkirina YBŞ û YJŞ’ê ye. Ji ber vê yekê banga me li gelê me heye, bê tirs û bê xof li hemberî hemû êrîşan bisekinin. YBŞ’ê baş dibîne ku êrîşên siyasî, çandî, leşkerî li ser civaka me hene. Soza me ji şehîdên me û gelê me re ye ku heya dawiyê em girêdayî civaka xwe û şehîdên xwe bin. Em ê bi keda şehîdên xwe ber bi jiyaneke bi rûmet ve bimeşin.”

LI DIJÎ HIKÛMETA IRAQÊ Û XAYÎNAN NERAZÎBÛN

Piştî peyama fermandarê YBŞ’ê ji Saziya Mabatên Şehîdan Hemed Bişar, jî diyar kir ku ew ê bi şehadetan gav bi paş ve ne avêjin û wiha axivî: “Bi şehadeta van fermandaran re em ji dijminê xwe re dibêjin, em hene. Bi şehadetan serê me nayê tewandin, bi hezaran sal in ferman tên bi ser gelê me ve lê carek jî me paş ve gav neavêtiye. Em wekî civaka Êzidî wekî hejmar biçûk in lê em bi fikir û felsefeya xwe, bi hêza xwe miletekî mezin in û li hemberî dijmin disekinin.”

Hemed Bişar her wiha bê helwestiya Iraqê ya li beramber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî şermezar kir û got: “Em hikûmeta Iraqê jî şermezar dikin. Şervan û fermandarên me li ber deriyê nuqteyên leşkerî yên artêşa Iraqê de şehîd dikevin. Em wan ji van êrîşan berpirsyar dibînin.”

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêvebir a Şengalê Dexîl Îbrahîm jî bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê axivî û peyam da kesên hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin û wiha pê de çû: “Bila dijmin zanibe em bi 2-3 şehîdan serî danaynin. Ew di ber îradeya xwe de, di ber ax, namûs û şerefa xwe de şehîd ketin. Em bi sedan jî şehîd bikevin em li ber dijmin serê xwe danaynin. Bila dijmin bizane wê xwîna van şehîdan li ser dijmin giran be. Bila xayîn jî bizanin ev xiyaneta wan nameşe û wê xayîn her bikevin û têk biçin. Gelê me xwedî hêz û îrade ye.”

‘EM Ê TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN’

Endama Rêveberiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Dayê Şemê jî di merasîmê de axivî û destpêkê sersaxî ji malbatan re xwest û wiha nerazîbûn nîşana êrîşên dagirkeriyê da: “Dema şervanên me nuqteyên (nuqteyên kontrolê) yên Iraqê derbas dikin, dibin hedef. Yên destekê didin ev dewleta xwînxwar, divê bizanin wê xwîna wan li erdê nemîne û em ê tola şehîdan rakin. Em serî li ber dijmin natewînin. Bila dijmin baş bizane, em çiqas şehîd jî bidin, em poşman nabin, bi şehîdên xwe serbilindin. Em bi şehîdên xwe bihêz dibin, berxwedana me û tevlîbûna me mezintir dibe. Ji saya xwedê, Tawisê melek, Rêber Apo, asayîşa Êzidxan, YBŞ û YJŞ’ê em ê serbikevin, serî jî ji dijmin re natewînin. Hol hola tawisê meleke, şehîd namirin.”

JI GELÊ EREB SERSAXÎ

Di merasîmê de beşdariyeke qelebalix ji pêkhateya Erebên Şengalê jî hebû û bi navê Rêveberiya Meclîsa Gelê Ereb ya Şengalê Xideyir Saleh jî sersaxî ji civaka Êzidî re xwest û wiha got: “Îro bi merasîmekê em şehîdên xwe oxir dikin, ew şehîdên ku ji bo vî welatî canê xwe feda kirin. Em jî li vir dibêjin çi gunehê wan hebû, guneha wan ew e ku parastina ax û welatê xwe dikirin.”

Xideyir Saleh di dawiya axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk weke berdewamiya fermana li ser civaka Êzidî binav kir û wiha axivî, “Em van êrîşên heyî jî weke fermanê pênase dikin û nikarin ji fermanê berê jî qut bigirin dest. Em jî weke gelê Ereb hatin vê derê ji bo li gel birayên xwe yên Êzîdî bisekinin. Em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku li ber van êrîşan bisekinin û bêdeng nemîne. Ev êrîşên ku têne kirin binpêkirina serweriya Iraqê ye. Ew ê ku şehîd ketine xwedî nasnameya Iraqî ne, ne ji dewletekî din hatine vêderê. Em vê êrîşê şermezar dikin û em ê heta dawiyê jî li gel birayên xwe Êzîdî li ber van êrîşan bisekinin.”

Piştî merasîmê şehîd Pîran Pîr, li ser daxwaza malbatê li goristana feqîran hat veşartin.

Merasîma girseyî ya şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.