Şengalî: Kes nikare bêyî rizamendiya me peymanekê li ser me ferz bike

"Şengal û gelê Êzidî weke berê nînin û niha hişyar bûne. Kes nikare bêyî rizamendiya me peymanekê li ser me ferz bike. YBŞ û YJŞ'ê me hene, pêwîstiya me bi tiştekî din nîne."

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi serkêşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hikumeta Navendî ya Iraqê li ser navçeya Şengalê, peymanek bêyî ku nûnerê rasteqîn ên Êzidiyan ji vê agahdar bin û tevlî bibin çêkirine.

 

Gelê Êzidî ji destpêkê ve ew peyman red kirine û dibêjin; "Em bi ti awayî ti peymanên ferzkirî li ser gelê Êzidî qebûl nakin ku nûnerê rasteqîn ên Êzidiyan aliyekî vê peymanê nebin û gelê Êzidî jê rizamend nebe."

Çalakî û nerazîbûnên gelê Şengalê li hemberî peymanê didome û vê peymanê weke berdewamiya fermaneke nû li ser Êzidiyan pênase dike.

Ji şêniyên herêma Sinûnê ya Şengalê Hacî Dehal helwesta xwe ya li hemberî peymanê ji ANF’ê re vegot.

Hacî Dehal ku temenê xwe li herêma Sinûnê derbas kiriye, bal kêşand li ser peymana li ser Şengalê ku bêyî vîna gelê Şengalê hatiye çêkirin û wiha pê de çû: "Agahiya gelê Êzidî ji vê peymanê nîne, ji bo peymana ku li ser Êzidiyan hatî sepandin ti pirs û nêrînek ji gelê Êzidî nehatiye kirin. Em jiyaneke xweş û aram dixwazin û dixwazin hemû hêz yekîtiya xwe çêbikin."

Dehal di dewama axaftina xwe de qala pêvajoya êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê kir û got: "Dema DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê kir çekdarên PDK’ê reviyan û gelê Êzidî radestî DAÎŞ’ê kirin. Lê PKK hat û gelên navçeyê parast, berxwedaniyeke dîrokî kir. Ji ber vê ji bo me başe ku nûnerê rasteqîn ên Êzidiyan ji hemû peyman û lihevkirinan agahdar bin û bi xwe li ser çarenûsa xwe biryarê bidin."

Welatiyekî din ê bi navê Reşîd Dawûd helwesta xwe wiha anî ziman: "Li vê derê kes hesabê ji bo me nake û li ser me peymanê çêdikin û li gorî dilên xwe li ser jiyana me biryarê didin. Her wiha em qebûl nakin ew hêzên ku berê ji Şengalê revîn û gelê Êzidî bê parastin hiştin vegerin Şengalê."

Adil Hacî jî welatiyekî din ê heman herêmê ye ku bi vî rengî nêrînê xwe di derbarê peymanê de anî ziman: "Ji bo me ya baş ew e ku ew hêzê navçeyê diparêze xelkê navçeyê be û nabe ti hêzekî din ên ku di dema metirsiyê de gelê Êzidî bi tenê bihêle û radestê dagirkeran bike li navçeyê hebe."

Welatiyekî din ê herêma Xanesorê Qendîl Tilhizîr jî bibîrxist ku fermana ku hate ser wan ji ber siyasetên PDK’ê bûye û wiha domand: "Ji ber siyaseta PDK'ê ferman hate ser me û bi hezaran jin û keçên Êzidî hatin revandin, zarok sêvî bûn, keç bêmal bûn û piştî fermanê jî PDK sala 2017’an Şengal radestê Heşdê Şeabî kir. PDK’ê du ferman anî ser me û em qebûl nakin ku carekî din PDK me bifroşe."

Qendîl işaret bi peymana li ser Şengalê jî kir û wiha helwesta xwe nîşan da: "Şengal û gelê Êzidî weke berê nînin û niha hişyar bûne. Kes nikare bêyî rizamendiya me peymanekê li ser me ferz bike. Niha gelê Êzidî xwedî hêza xwe ya parastinê ye, pêwîstiya me bi ti hêzekî din nîne. YBŞ û YJŞ’ya me heye û besê me ye."