Şengalê plana tasfiyeyê red kir: Bi ser me ve bên, em ê li ber xwe bidin

Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê bi beşdariya nûnerên saziyên parastin û xwerêveberiyê civiya û hişyarî da ku rêveberiya Kazimî di destwerdana gengaz de israr dike. Meclîsê got, ji bilî diyalogê kî bi ser wan ve bê ew ê bi her awayî li ber xwe bidin.

Ji Cotmeha 2020'î û vir ve zêdeyî 5 meh in xelkê Şengalê bi her awayî li ber lihevkirina bêyî wan a Hewlêr-Bexdayê radibin û dixwazin xwe bi xwe biparêzin û bi rê ve bibin.

Li gel xwepêşandan, hevdîtin û hewldanên dîplomatîk, rêveberiya Bexdayê hîn jî xwe nade ber bicihanîna daxwazên xelkê Şengalê.

Berevajî bersivdana daxwazên civaka Êzidî, vê dema dawiyê zext û zordarî li ser Şengalê zêde kiriye. Li gorî agahiyan, rêveberiya Bexdayê ferz dike ku heta 1'ê Nîsanê dawî li hebûna hêzên xweparastinê û xwerêveberiyê yên Şengalê bê anînin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji ber zêdebûna van gef û zordariyê îro civîneke awarte li dar xist.

Civîn bi beşdariya nûnerên her saziyeke li Şengalê pêk hat. Nûnerên YBŞ û YJŞ'ê, Asayîşa Êzidxanê, PADÊ û TAJÊ, rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê û rûspiyên herêmê tevlî civînê bûn.

Di civînê de biryardariya berxwedanê hate destnîşankirin. Civîn bi vî rengî bû sekin û helwesteke hevpar a tevahiya pêkhateyên Şengalê li dijî her cûre gef û êrişan.

Encamên civînê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin.

Bi navê MXDŞ’ê û hemû pêkhateyan Hevseroka Desteya Rêveber a MXDŞ’ê Rîham Hiço daxuyaniyê xwend. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, tevî hemû hewldanên çareserîyê ya rêveberiya xweser jî Hikûmeta Iraqê û PDK li ser pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê israr dikin û ev tişt hate gotin; “Em weke Meclîsa Xweser a Şengalê îro bi rojeveke taybet civiyan. Civîna me li ser gefên Hikûmeta Federal a Mistefa Kazimî bû. Me di civînê de nirxandinên berfireh kir û helwest girt.”

Di daxuyaniyê de careke din berpirsên fermana 2014’an hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin; “Civaka Ezîdî bi hezaran sale li ser vê axê bi ziman, ol û çanda xwe, bi pêkhate û baweriyên cûda re dijî. Di dirokê de ti carî Ezîdî zilm li gel û baweriyan cûda nekiriye. Timî bi dostanî û biratî nêz bûye. Lê tevî vê yekê jî mixabin, gelek caran em di fermanê re derbas bûn, bi destê împeretor û seltenetan hatin qetil kirin. Weke tê zanîn 3’yê Tebaxa 2014’an hêzên ewlekariya Iraqê Şengalê di destê DAIŞ’ê de hişt. Hem hêzên PDK’ê hem jî yên Iraqê ji Şengalê reviyan. Ji ber vê di pêkhatina fermanê de ew her du hêz berpirsiyarin.

'PKK Û YPG BI HAWARA ME VE HAT'

Dema ev sûcê dîrokî hate kirin, gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê bi hawara me ve hatin. Bi hatina wan hêzan Êzîdiyên rizgar bûn, li dijî DAIŞ’ê dest bi têkoşînê kirin. Em tevlî pêngava têkbirina DAIŞ’ê bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê 390 şehîd di vê oxirê da da û 1060 birîndar û gaziyên me çêbûn. Dema ferman çêbû, bi hezaran Êzîdî koç kirin, bi hezaran jin, zarok û kal hatin revandin. Hîn jî aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn.”

'ME DERSÊN MEZIN JI FERMANÊ DERXIST'

Rîham Hiço ku daxuyanî xwend diyar kir, civaka Êzîdî dersên mezin ji fermana 73’an derxistiye û wiha pêde çû; “Me ji fermana 73’an dersên mezin derxist. Eşkereye ku bêyî hêzên parastina Êzîdiyan, hêzên Iraqê wê nekarin Şengalê biparêzin. Em nikarin weke civaka Êzîdî êdî di mijara ewlekariyê de bawerî bi wan hêzan bînin. Ol, ziman û çanda me xwediyê taybetmendiyên xweser e. Di destûra Iraqê de derbas dibe ku Şengal dikare xwe birêve bibe. Dîsa dikare hêzên xwe yên parastinê hebe.”

'KAZIMÎ GUH NEDA ÊZIDIYAN, GUH DIDE TIRKIYE Û PDK'Ê

Di daxuyaniyê de careke din hewldanên çareseriyê yên rêveberiya xweser a Şengalê hate bibîrxistin û rexneyên wekî; “Gelek caran me projeya çareseriyè pêşkêş kir, li şuna ku Kazimî guh bide daxwazên Êzîdiyan, bi Tirkiye û PDK’ê re li dijî Şengalê li hev kir û Peyman mohr kir. Em peymana 9’ê Cotmehê weke komployek dijî Êzîdiyan dibinin û red dikin. Ev peyman ji bo tasfiyekirina Êzîdiyan e. Ew tasfiyeya ku DAIŞ nîvco hiştbû, peymana Bexda-Hewlêr dixwaze temam bike.”

'ÇARESERÎ NASKIRINA STATUYA ŞENGALÊ YE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sozên ku daye Êzîdiyan bi cih ne aniye û wiha dom kir; “Ev nêzî 6 mehe me gelê me hemû rê û rêbazên demokratîk pêkanî ji bo nerazîbûna xwe ya dijî vê tifaqê îfade bikin. Em gelek caran bi nûnerên Iraqê re civiyan, ji bo alozî û şer rû nede. Me ji aliyê xwe ve gelek hewl da û her çareserker nêzbûn. Hikûmeta Kazimî jî her carê soz da, lê daxwazên gelê me bi cih neanî û her carê xwestin Êzîdî bêparastin bihêlin. Herî dawî 15’ê Adarê hevdîtinek di navera rêveberiya xweser û şandeya ji aliyê hikûmeta Kazimî ve hatibû şandin de çêbû. Di vê hevdîtinê de me hemû daxwaziyên xwe bi awayeke eşkere ragihand. Li gorî me pirsgirêka Şengalê ne ewlekariye, ji serî heya dawî siyasiye. Çareseriya wê jî dê bi naskirina Statûya xweseriyê çareser bibe. Dema statû zelal bibe, wê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Şande wê deme daxwazên me guhdar kir û diyar kir ewê li ser van daxwazên me bixebitin. Lê wê deme du tişt ji Rêveberiya Xweser xwestin; a yekemîn derketina hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê û hatina artêşa Iraqê ji bo çiyayê Şengalê bû. Ji bo pêkanîna wê jî heya 1’ê Nîsanê dem dabûn. Diyarkirina dîrok ji bo me manidar e. Ev dîrok rastê pavşekişandina gerîlayên HPG’ê ji çiyayê Şengalê tê.”

'EM FERZ Û DAXWAZÊN RÊVEBERIYA BEXDAYÊ RAST NABÎNIN'

Di daxuyaniya MDXŞ’ê de ev daxwazên Iraqê tê redkirin û ev tê gotin; “Rêveberiya me ev daxwazên Iraqê di cih de nabîne û qebûl nake. Baweriya gelê me bi hêzên me yên asayîşê û YBŞ’ê heye. Hîn jî bandora fermanê li ser civaka me heye. Dema PDK û hêzên Iraqê gelê me bi DAIŞ’ê re rû bi rû hişint, asayîş û YBŞ civaka me parastin. Dîsa yê ku xwedî li civaka Êzîdî derket Rêveberiya Xweser bû. Niha çi pêwîstî heye ku artêşa Iraqê bikeve çiyayê Şengalê? Jixwe hêzek girêdayî artêşa Iraqê û şirte li çiya hene. Dîsa YBŞ weke hêzekî fermî ya girêdayî Iraqê li wire û parastina çiya dikin. Ma çi pêwîste hemû çiyayê Şengalê bi hêzên leşkerî tijî bikin? Gelo Iraq nizane li hemû deverên Şengalê cihên me yên pîroz hene?”.

'EM DAXWAZA MAFÊN DESTÛRÎ Û MIROVÎ DIKIN'

Daxwazên Rêveberiya Şengalê jî wiha hate rêzkirin; “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê careke din biryara xwe eşkere dikin û bersiv didin Hikûmeta Mistefa Kazimî; em weke hemwelatiyên Iraqê mafekî desturî û mirovî daxwaz dikin. Daxwazên me meşru û qanûnîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hêza me û projeya me heye û amadene çareser bikin. Em li vê herêma xwe şer û alozî naxwazin. Ev tişt xizmetê ji Iraqê re jî nake. Lê hikûmeta Kazimî me tehdît dike û behsa bikaranîna rêbazên leşkerî dike. Dîsa hinek rayedarên herêmî jî behsa rijandina xwînê dikin. Em ji gef û tehdîtên tu kesî natirsin. Tu hêz jî nikare me vegerîne beriya fermanê. Eger ji derveyî diyalog û mûzakereyan rêbazên din li dijî me werin bikaranîn, helbet emê jî parastina xwe bikin. Em nikarin civaka xwe beramber fermanan bê parastin û bê îrade bilêlin. Ji lewma em ev daxwazên Iraqê red dikin. Emê ne Asayîşê ji holê rakin ne jî rê bidin artêş bikeve wargehên me yên pîroz. Ev li gorî baweriya me jî nayê qebûl kirin. Eger Hikûmeta Kazimî li ser wan gefên xwe bi israr be, ji bo artêş bişîne ji bo li dijî Êzîdiyan şer bike, emê jî li ber xwe bidin.”

BANGA LI RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ Û KURDISTANÎ

Di dawiya daxuyaniyê de banga guh dayîna daxwazên civaka Êzîdî û xwedî derketina li Şengalê li NY, YE û hemû hêzên Kurdistanî hate kirin, rola xwe bilîzin û pêşî li şer û aloziyan bigirin.

Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî Xweseriya Şengalê”, “Bijî Xweparastina Şengalê”, “Hol Hola Tawisê Meleke” bi dawî bû.