Şeker ê girtî: Heta ku tecrîd rabe greva me wê bidome

Şevket Şeker ku li Girtîgeha Dîlokê di greva birçîbûnê de ye, got, ''Heta ku tecrîd rabe em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin''

Şevket Şeker ê girtî ku li Girtîgeha Tîpa H'yê ya Dîlokê li dijî tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, peyam şand.

'TECRÎD HETA KU BI WATEYA RASTÎN BI DAWÎ BIBE EM Ê TECRÎDÊ BIDOMÎNIN'

Şeker bi rêya parêzerê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re got, di serî de vîtamîna B1'ê, hebên vîtamînê yên din nadin girtîgehan û got,''Piştî ku me dest bi greva birçîbûnê kir, zexta li ser girtiyan zêde bû. Ev ji 2 heftiyan zêdetir e rojnameya Yenî Yaşamê nadin me. Pirtûkên koxuşên me birin. Ji bo ku em pirtûkan bistînin bi rêveberiyê re me hev dît lê tiştek neguherî. Greva birçîbûnê ya ku me dayî destpêkirin bêdawî û bêdorveger e. Ji bo ku em destekê bidin têkoşîna ku Leyla Guven dayî destpêkirin û ji bo terîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan rabe em ketin vê rêyê. Heta ku ev tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.''

HEJMARA ÇALAKGERAN ZÊDE DIBE

Diyar bû li Girtîgeha Tîpa H'yê ya Dîlokê 28'ê Çile Abdullah Kurt, Ugur Çoşar û Sabah Yener dest bi greva birçîbûnê kirine û ji 1'ê Adarê ve hejmar bûye 56.