Şehîdên Qetlîama Şengalê li Silêmanî hatin bibîranîn

Li Silêmanî li Sekoy Azadî û li baxçeyê avahiya CDO ji bo 6’emîn salvegera Qetlîama Şengalê merasîmên bîranînê hatin kirin.

Ji bo 6’emîn salvegera Fermana 73’an a Şengalê, ji aliyê Rêkxirawa Niwêger, CDO û Metro ve merasîmên bîranînê hatin kirin.

Di saetên êvarê de li Sekoy Azadî ya li Silêmaniyê, bi boneya 6’emîn salvegera komkujiya Şengalê ji aliyê Rêkxirawa Niwêger ve merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir û piştre pêşangeha ji wêneyên ku ji aliyê wênegir Nasih Elî Xeyat ve di dema fermanê de hatibûn kişandin hate vekirin.

Piştre peyamek li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji aliyê Nûnera PADÊ’ê ya Silêmaniyê Evîn Emîn ve hate xwendin. Di daxuyaniya PADÊ de daxwaz ji Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê û civaka navnetewî hate kirin, gorên komî yên Êzidiyan werin vekirin, çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê dadgehek navnetewî ve werin dadgehkirin û statûya Şengalê were dayîn.

Piştre jî li ser navê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Doxtor Şêrko Hemedemîn, li ser navê Kongra Star Leyman Şiwîş, li ser navê Koma Aştî jî Mele Nadir axivîn.

Her wiha di merasîma li baxçeyê avahiya CDO jî hate kirin de jî li ser navê Rêxistina Metro û CDO Rehman Xerîb axivî.

Di axaftinan de bal kişandin ser qetlîama li ser civaka Êzidî û hate gotin ku divê berpirsên qetlîamê bên darezandin û qetlîama li Şengalê weke jenosîd bê nasîn.