Şehîdên Helebçeyê bi merasîman hatin bîranîn

Li seranserê Başûrê Kurdistanê qûrbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi çalakiyên cihêreng hatin bîranîn.

Di salvegera 34’an a Komkujiya Helebçeyê de li seranserê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cihêreng qûrbaniyê Helebçe hatin bibîranîn.

Rejîma Baasê di 16’ê Adara 1988’an saet 11:05’an de Helebçeyê kîmyabaran kir. Li Başûrê Kurdistan û gelek herêmên din, qubaniyên Helebçeyê têne bibîranîn.

HELEBÇE

Komeleya Qurbaniyên Helebçe li ber avahiya xwe di salvegera 34’an de qûrbaniyên Komkujiya Helebçe û Wezarareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê jî li Goristanan Şehîdên Kîmyabarana bibîr anîn.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Helebçe Luqman Ebdulqadir di merasîma li ber avahiya Komeleya Qurbaniyên Helebçe de axivî û got: “Ev 34 sal in soz dane me û em li benda pêkanîna wê ne. Lê bila îsal guh bidin qurbaniyên kîmyabarana Helebçe. Îsal me xwest qurbanî biaxivin. Hêvîdarim ku barpirs guh bidin wan û xwe li ber çavan re derbas bikin. Tişta ku hatiye kirin, ji aliyê qurbaniyên kîmyabarana Helebçe nayê qebul kirin. Ji ber ku li Helebçe xizmetguzarî sifire û şêniyên wê dubare dibin qurbanî.”

SILÊMANÎ

Li ber Saraya Silêmaniyê îro bi boneya 34’emîn salvegera kîmyabarana Helebçe hunermendên Silêmaniyê li hev kom bûn û şehîdên kîmyabarana Helebçe bibîranîn.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi gotina stranên nîştimanî û mûzîkê şehîdên Helebçe bibîr anîn. Piştî stranên nîştimanî sirûda neteweyî Ey Reqîb xwendin.

Heman demê li ber derê peymangeha Teknîkî ya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê, Rêxistina Ayînde ya ji bo parastina jînge û Şaredariya Çemçemalê, ji bo bîranîna şehîdên Helebçe şitlên daran hatin çandin.

HEWLÊR

Li bajarê Hewlêrê li pêş kelha Hewlêr şanoyekê qûrbaniyên Helebçe hatin bibîranîn. Mijara şanoyê rexnekirina hizb û aliyên siyasî ya ji ber ne xizmetkirina ji bo Helebçeyê bû.

Li Dibistana Amadeyî ya Kurdistan a Hewlêrê pêşangehek wêneyan hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên karesatên di salên borî de li ser gelê Kurd hatine kirin, hatin nîşandan.

MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bi merasîmek ya li navenda Saziya Malbatên Şehîdan şehîdên Komkujiya Helece hatin bibîranîn. 

Di merasîmê de Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen axivî û diyar kir ku 34 sal li ser Komkujiya Helebçe borî hê jî Kurd tên qirkirin û komkujî dewam in. Bîlen diyar kir ku îro jî li çiyayên Kurdistanê li ser zarok gerîlayan çekên kîmyewî tên bikaranîn. Bîlen herî dawî banga tevlîbûna Newrozê kir û got : “Newroz îsal divê bikin Newroza azadiya Rêbertî û Kurdistanê.”

LI GELEK NAVENDAN DEQEYEK JIYAN SEKINÎ

Di serî de li Koye, Kerkûk, Kelar, Hewlêr, Parlamentoya Iraq, Raperîn, Soran û bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê welatî di nav bazar û kolanan de saet 11:05’an deqeyek ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê rawestiyan.