Şehîdên 9'ê Gulanê li Sine û Merîwanê hatin bîranîn

Siyasetmedarên Kurd ên di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, li bajarên Sine û Merîwanê hatin bîranîn.

Girtiyên siyasî yên Kurd Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî û Alî Heyderiyan, ku di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin, li bajarên Sine û Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn.

Li bajarê Sineyê, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, serdana malbatên ciwanên hatin darvekirin kirin. Li vê derê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û qala jiyana wan a şoreşgerî hate kirin. Merasîmên li malan hatin kirin, bi xwendina helbestan û qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.

Li Merîwanê jî, endamên Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo bîranîna şehîdên 9'ê Gulanê, li hewşa Zanîngeha Merîwanê 5 şitlên dara berû çandin. Dûre daxuyaniyek hate dayîn û soz hate dayîn ku ew ê xwedî li mîrateya siyasetmedarên Kurd ên hatine darvekirin derkevin.