Şehîdên 28’ê Adarê hatin bibîranîn

Li Zozanên Şênê yên Mûşê 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Piştî qetilkirina gerîlayan di 28’ê Adarê de gel serî hildabû. Di vê serhildanê de 7 jê zarok û 14 kes hatibûn kuştin. Cangoriyên serhildanê hatin bibîranîn.

Ji bo 7 jê zarok 14 kesên piştî serhildana 28’ê Adara 2006’an de ya ku piştî kuştina 14 HPG’iyên li çoltera herêma Şênê, hatibûn kuştin bernameya bibîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li ser gorên Abdullah Dûran, Tarik Ataykaya û Mehmet Işikçi yên li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bîranînê bûn.

Wekîlê Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Îrfan Soner, di bîranînê de axivî û bal kişand ser gotina Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan a “Jin jî be, zarok jî be ya pêwîst dê bê kirin.” Soner, diyar kir ku piştî vê gotina Erdogan 7 jê zarok 14 kes hatin kuştin û wiha axivî: “15 sal bi ser vê bûyerê re derbas bûn. Ligel vê yekê jî bersûc hîna nehatine cezakirin. Ma kesên hatin qetilkirin ne mirov bûn ku hesab ji tu kesî nehat pirsîn? Zarok jî kuştin. Malbat êdî dixwazin edalet bê bicihanîn. Divê ji bo her kesî edalet pê bê. Bila faîl bên cezakirin, ên jiyana xwe ji dest dayîn jî rehet rakevin.” 

Endam û rêveberên partiyan, piştî axaftinê, qerenfîl danîn ser gorên Abdullah Dûran, Tarik Ataykaya û Mehmet Işikçi yên hatibûn kuştin.

Bîranîn bi xwendina duayan bi dawî bû.