Şehîd Sara û Rûken li Wargeha Mexmûrê hatin bîranîn

Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Şehîd Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku li Mersînê çalakiya fedayî kiribûn, li Mexmûrê hatin bîranîn.

Ji bo Şehîd Sara û Rûken Zelal ku di 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, li dijî zextên li zindanan û bikaranîna çekên kîmyawî yên li dijî gerîla çalakiya fedayî kiribûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) merasîmekî bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya şehadetê, Hevberdevka Saziya Malbatên Şahîdan Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan di destpêka axaftinên xwe de di kesayeta Şehîd Sara û Rûken de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîr anî û got: “Di demek wiha ku çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê tên karanîn de, pêkanîna vê çalakiyê, ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê gelek bi nirxe. Di nava dilê dijmin de li bajarê Mêrsînê çalakiya heval Sara û Rûken tirs xistiye nava dilê dijmin. Ev çalakî bersivek mezin bû ji bo MÎT û xiyanetkarên ku her roj hevalên me şehîd dixin. Em ê bi ruh û têkoşîna van hevalên qehreman serketinê misoger bikin.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.