Şehîd Şervan hat bibîranîn

Şervan Êzîdxan ê di êrîşa artêşa Iraqê yên li ser Şengalê de şehîd bû bi meresimekê hat bibîranîn.

Şervan Êzîdxan ê di êrîşa artêşa Iraqê yên li ser Şengalê de şehîd bû bi meresimekê hat bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê şehîd hat danîn û ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Di bîranînê de Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar axivî û anî ziman ku di demên dawîn de hikûmeta Iraqê ji bo êrîşan bibe bi ser sivîl û hêzên ewlehiyê, zextên xwe zêde kirine û got: ‘’Gelê me, jin, ciwan ji bo bikarin li ber vê êrîşê rabin tevlî têkoşînê bûn û xwedî lê derketin. Em li dijî helwesta artêşa Iraqê ne. Em dizanin ku Iraq bi vîna xwe nakeve nav van hewildanan, destê hêzên ji der ve jî tê de heye û ji wê yekê êrîşê gelê me dikin. Banga me li hikûmeta Iraqê ew e ku xwe ji bin bandora hêzên biyanî û hin partiyên siyasî yên neyarê civaka Êzidiyan in xelas bikin. Em Êzidî, em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin.“

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN‘

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen jî axivî û ev tişt got: ‘’Ev êrîş ji bo me êrîşeke cuda ye. Ji ber ku ev cara pêşîn e ku em û artêşa Iraqê bi hêzeke mezin bi hevdû re şer dikin. Bi vê êrîşê jî îspat bû ku Iraq bi vîna xwe tevnagere. Bi destwerdana hin hêzên ji der ve tê birêvebirin. Em gelê Şengalê, ji Fermanê û vir de, me îspat kir ku em xwe çawa diparêzin. Ji niha û pê de jî em ê li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin. Gelê me li hember hemû êrîş û komployan rabû ser pêyan û bersiv da, helwesta xwe diyar kir û li ber planên qirêj rabû.’’

‘EM Ê LI HEMBERÎ HEMÛ PLAN Û ÊRÎŞAN RABIN‘

Rûspiyek Êzidiyan Şemo Xwedêda jî axivî û got “Gelê me wê nekeve dibin bandora tu hêzeke ji der ve. Ji bo gelê xwe bi şev û roj, bêsekin em ê têbikoşin û li gor berjewendiyên gelê xwe tevbigerin. Em dizanin ku li dijî Şengalê komployên qirêj tên kirin. Em ê li hember hemû plan û êrîşan rabin.’’

Bîranîn bi dirûşma ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.