Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şanyaşarê

Di roja 745‘an ya Nobeta Edaletê de, Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê bû mêhvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê. Ferît Şenyaşar got: "Em ê bi hev re darazê azad bikin.“

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 745’an de berdewam dike.

Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê bû mêhvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê.

Piştî fitarê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Mustafa Vefa axivî û diyar kir ku ew weke Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê li ba malbata ku ji destpêkê ve rastî neheqiyê hatiye û qîrîna edaletê bilind dikin. Vefa anî ziman ku malbata Şenyaşar ne tenê ji bo edaleta xwe li ber edliyeyê rûnanê û got: “Bi giştî ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê li vir in. Ji bo hemû mirovan edaletê dixwazin. Ew li vir in da ku hemû sûcdarên ku xwe li pişt zirxên bêcezakirinê vedişêrin, derxînin holê. Daxwazên edaletê ji bo me ne. Ji bo ku em jiyana xwe bi awayekî ewletir bimeşînin vê têkoşînê dimeşînin. Em, duh, îro û sibe heta edaletê li ba Malbata Şenyaşar bin. Em ê bi malbatê re bi dengekî bilind bang li kesên ku guhê xwe ji bangên edaletê re ker dikin, bikin.“

‘EM Ê BI HEV RE DARAZÊ AZAD BIKIN‘

Piştre Ferît Şenyaşar axivî û got: “Em spasiya, Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê di têkoşîna edaletê ya 5 salan de kêliyekê jî em bi tenê nehiştin, dikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi hev re darazê azad bikin. Heta ku edalet pêk were dê têkoşîna me bidome."