Şaredariya Silopyayê dahat-mezaxtina 6 mehan bi gel re parve kir

Şaredariya Silopyayê dahat û mezaxtina 6 mehan a şaredariyê bi tabloyekê bi gel re parve kir.

Ji aliyê Şaredariya Silopya ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve dahat û mezaxtina 6 mehan bi gel re parve kir.

Şaredariya Silopyayê li ser tevna dijîtal peyamek da û got: “Soza zelaliyê ya me dayî gelê xwe yê Silopyayê dahat û mezaxtina şaredariyê bi gelê xwe re parve dikin. Xebatên 6 mehan li ser tabeleyan hatiye daliqandin.”