Rejîma AKP'ê dest danî ser 4 şaredariyên HDP'î -NÛ BÛ

Li şûna hevşaredarên Peyas, Bismil, Karaz û Erdîşê yên HDP'î ku hatin destgîrkirin, qeyûm hatin tayînkirin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk li Şaredariyên navçeyên Peyas, Bismil û Karaz ên Amedê û navçeya Erdîş a Wanê yên HDP'î qeyûm tayîn kir.

Polîsên Tirk serê sibehê avahiya şaredariya Peyasê ya Amedê dorpêç kirin û diyar kirin ku qeyûm lê hatiye tayînkirin. Ji HDP'iyan re hate ragihandin ku biryar ji hevşaredara destgîrkirî Yilmaz re hatiye ragihandin. Polîsên Tirk piştre endamên meclîsa şaredariyê bi lêdanê ji avahiyê derxistin. Piştre jî avahiya şaredariyê bi bendên polîsan dorpêç kirin.

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag, endamên meclîsê û endamên partiya HDP'ê yên ji avahiya şaredariyê hatin derxistin li pêşiya şaredariyê radiwestin. Avahiyên şaredariyên Bismil û Karazê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Her wiha lêgerîna li nava avahiyên şaredariyê didome.

Di operasyonên qirkirina siyasî yên doh de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier hatibûn destgîrkirin.

Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ku ji 15'ê Cotmehê ve destgîrkirî ne, li şûna wan qeymeqam Nûrî Mehmetbeyoglû weke qeyûm hate tayînkirin.