Şaredariya Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê ji bo paqijkirina bajar alîkarî nake

Rêveberên Şaredariya bajarê Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser rewş û xeteriyên vîrûsa Korona ya li ser bajarê Kerkûkê.

Rêveberiya Şaredariya Kerkûkê ragihand ku Wezîrê Şaredariyên Iraqê beşê taybet yê bûdçeyê, ji bo paqijkirina Kerkûkê kêm kiriye. Rêveber diyar kir ku ji ber vê yekê weke pêwîst Kerkûk nayê paqijkirin.

Rêveberiya Şaredariya Kerkûkê derbarê gelaşê li ser rê û taxên Kerkûkê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê rêveberê Şaredariya Kerkûkê Ferîdun Berzincî axivî û got; “Di vê hefteyê weke pêwîst kolan û rê nehatin paqijkirin. Em dizanin berê 1 milyar 200 milyon dînar weke budçeyek taybet ji bo paqijkirina Kerkûkê dihate xerckirin. Piştre ev rêje bû 600 milyon dînar. Di vê mehê de carek din rêjeya pere hatiye kêmkirin û bûye 200 milyon dînar. Ev pere ji bo paqijkirina kerkûkê gelek kême.

Ferîdûn bal kêşa ser derketina nexweşiya vîrûsa koronayê û got; “Rewş ne başe, paqijiya bajar pêwîste. Ger rewş wiha be, wê qirêjiya li Kerkûkê zêde bibe. Em dixwazin ji welatiyên Kerkûkê re bêjin, em ji kêmxemiyê di erkê xwe de nakin. Me daxwaz ji wezaret û waliyê Kerkûkê kiriye pere zêde bikin.”

Herî dawî Berzincî têkildarî motorsiklêtên ku di nava taxan de digerin û bi pere paqij dikin jî got; “Komek motorsiklêt û û otomobêl li nava taxan de bi pere gelaş di avêjin. Ji bo rêgirtina vê yekê, em dinava hewldanan dene. Karên me dewam dikin û em ti carî ji bo gelaş pere ji xelkê nastînin.”