Şandeyek ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd serdana Başûrê Kurdistanê kir

Şandeyek ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd, ji bo nirxandina geşedanên li çar perçeyên Kurdistanê û êrîşên li dijî gelê Kurd serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenter, endamên partiyên siyasî, akademîsyen û endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd pêk tê, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Şandeya ku ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endama Platformê Nûran Îmîr, Cîgira Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û endama Platformê Gulşen Sincar, Akademîsyen Evîn Adin, Endama Partiya Azad a Kurdistanê Zeynep Dînçer pêk tê, wê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.

Hate diyarkirin, şandeya ku dê 3 rojan li Hewlêrê bimîne wê piştre derbasî Silêmaniyê bibe. Tê çaverêkirin ku îro şande serdana Yekîtiya Parlamentoya Kurdistanê bike. Hate zanîn ku di hevdîtinan de wê rewşa li çar parçeyên Kurdistanê û êrîşên li dijî gelê Kurd bên nirxandin.