Şandeya KNK’ê li gel Goran û Tevgera Azadî civiya

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan ku di çarçoveya Kongreya Netewî de li Başûrê Kurdistanê dest bi rêze hevdîtinan kiriye, serdana Tevgera Goran û Tevgera Azadî kir.

Hevdîtinên şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Şandeya KNK li bajarê Silêmaniyê bi Berpirsê giştî yê Tevgera Goran Umerî Seyîd Elî re civiya.

‘DIJIMIN DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN KURDAN TÊK BIBIN’

Piştî civînê hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremsu daxûyaniyek çapemeniyê da. Ehmed got ku wana di civînê de qala êrîş û metirsiyên li ser Kurdistanê kirine. Ehmed diyar kir ku dijminê gelê Kurd dixwazin destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin, ji bo vê pêwîste Kurd ji bo parastina destkeftiyan xwedî helwestek hevbeş bin.

‘LI DIJÎ METIRSIYAN DIVÊ EM YEK BIN’

Endamê Tevgera Goran Birzo Mecîd jî axivî û da zanîn, divê hêzên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, hemberî metirsiyên ser gelê Kurd, yek bin. Birzo di dewamê de destnîşan kir ku wana balkêşaye ser yekitiya aliyên siyasî û doza Kurdan.

Birzo herî dawî got; “Dinavbera hizb û aliyên siyasî de hemahengiyek nîne, ji bo vê ev hinek caran ji bo lidarxistina bernameya kongreya netewa Kurdistanê dibe asteng. Ji bo vê me diyarkir ku danûstandina fikir dikare nakokiyan ji holê rake.”

Piştî hevdîtina li gel Tevgera Goran şandeya KNK ji bo yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî, li bajarê Silêmaniyê bi şandek Tevgera Azadî re jî civiya.

‘ÇAWA JI BO PARASTINA ROJAVA HER KESÊ BERÊ XWE DA ROJAVA, DIVÊ JI BO YEKÎTIYÊ JÎ HEMAN TIŞT BIBE’

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Endama konseya rêveber ya KNK’ê Şehla Xefid axivî û got; “Di nava gel de yekîtiya netewî çêbûye, me dît ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo parastinê çûn Rojavayê Kurdistanê. Hêvîdarîn hizb jî nakokiyên xwe bidin aliyek û yekîtiya gelê Kurd pêkbînin.”

‘NABE ALÎ PARTIYÊN KURDÎ PIŞTA XWE BIDIN GEL’

Endama Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Bêrîvan Ehmed jî axivî û da zanîn ku divê hemû aliyên siyasî, pêşwaziya berpirsyartiya rêxistina nava mala Kurdan bike. Bêrîvan got ku nabe divê qonaxê de hizb û aliyên siyasî weke dema borî nêzî mijara yekîtiyê bibin û pişta xwe bidin daxwazên gel.