Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo Newrozê li Elkê ne

Şandeya KCD, DBP û HDP'ê ku ji bo starta Newroza 2022'yan hat Elkê, ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin.

Starta Newroza îsal dê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" sibê li navçeya Elkê ya Şirnexê bê dayîn. Şandeya ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlementerên HDP’ê pêkhatî, ji bo starta Newrozê hat Elkê.

Şêniyên Elkê şandeyê li têketina navçeyê bi def û zirneyê, bi govend û tilîliyan pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê girse û şande bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Newroz” heya avahiya HDP'ê ya navçeyê meşiya.

Sibê wê li navçeyê Newroz li quntara Çiyayê Katoyê bê pîrozkirin.