Şandeya Iraqê bi Bafil Talebanî re civiya

Şandeya Iraqê ya ku ji bo lêkolînkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Navneteweyî çûye Silêmaniyê, bi Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî re civiya.

Îro ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê, li ser biryara serokwezîrê Iraqê, şandek ewlekariyê bi serokatiya şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, her wiha bi amadebûna serokê Saziya Asayîşa Netewî Hemîd Elşetrî, serokê Saziya Dijeterora Iraqê Ebdulwehab Elsadî, cîgirê fermandariya operasyonên hevbeş Elmehêmedawî serdana Silêmaniyê kir.

Şande li Silêmaniyê li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî civiya. Di civînê de êrîşa li ser Balefirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê nîqaş kirin û îşaret bi parastina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di civînê de Bafil Talebanî got ku di beramberî van êrîşên pêktên de erkek giring dikeve li ser milên serokwezîrê Iraqê û daxwaz kir ku encama lêkolînên şandeyê, rastî û sedemên êrîşê ji bo raya giştî werin eşkerekirin.

Her wiha Talebanî ji şandeyê re got, çarenûsa gelên Iraqê bi yekgirtinê ve girê daye û nabe rê bi hin kesan were dayîn hevkariya ji bo biyaniyan bikin û ewlehiya netewî bixin di jêr metirsiyê de.

Serokê YNK’ê da zanîn ew bi ti awayî êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê qebûl nakin û got: “YNK baca helwesta neteweyî û nîştimanî dide. Em li benda yekdengiya Kurdan û aliyên siyasî bûn, lê em ne li bendê bûn ku saziyek ewlehiyê ya navxwe bibe cîbicîkarê planên biyaniyan.”

Di beramber de şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî got: “Siyaseta netewî û neguher a YNK’ê ji bo me cihê serbilindiyê ye. Em bi tûndî vê êrîşê şermezar dikîn. Em ê bi hemû rengî li dijî kiryar û tawanên li dijî xak û gelê me tên kirin rawestîn.”