Şandeya Defend Kurdistan serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser kir

Şandeya Defend Kurdistan a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtin kir, li Silêmaniyê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava kir.

Şandeya Defend Kurdistan a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtin kir, li Silêmaniyê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava kir.

Piştî serdanê Nûnera Rêveberiya Xweser a Rojava Nûrşen Hesen axivî û got: “Rêveberiya Xweser ji serdana Defend Kurdistan kêfxweş e û serdanê girîng dibîne. Şandeyê serdana navenda me kir, xebatên dike pir girîng e. nêrînên siyasî yên Kurd û kesayetan ji bo şenadeyê pir girîng e.”

Ji bo parastina xaka Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk banga ramanê hevpar dike.

Nûnerên rêveberiya xweser û PYD’ê yên çûn pêşwaziya şandeyê, hatin destgîrkirin, daxwaza azadiya wan dikin. Em li ber van êrîşan bêdeng namînin.”

Li ser navê şandeya Defend Kurdistanê Alînda Johanne Weerts jî axivî û got: “Ji bo şerê navxwe bidin sekinadin li vir in. Ji bo li dijî dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê li vir in. Dema hatin pêkanînên şaş ên asayîşa PDK’ê li ser me hatin kirin. Bi israr in. Ji bo sekinîna şer israr in. Tavilê yên hatine destgîrkirin divê bên azadkirin.”