Şaho: Lidarxistina vê kongreyê xwedî girîngiyeke zêde ye

Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Goran Şaho: Lidarxistina wê kongreyê xwedî girîngiyekê zêde ye. Ji ber ku rêxistingerî, hevgirtina gel û di heman demê de çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazê xwe birêveberî ya ku xwe dispêre vîna cewherî, mijarên bingehîn.

Endamê Konseya Rêveber a Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di hevpeyvîneke xwe de ya bi ANF’ê re qala girîngiya lidarxistina 3’emîn kongreya KODAR’ê kir.

Şaho di destpêkê de lidarxistina 3’emîn kongreya KODAR’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên rêya azadiyê, gelê Kurd û gelê Îranê pîroz kir û diyar kir: “Kongre di nava şert û mercên ne libar û hestiyar a herêmê de hate lidarxistin. Rewşa niha ya herêmê û destwerdanên pergala sermayedarî ya li ser Rojhilata Navîn û şer û pêkdadanên dewletên statuparêz ya ku li herêmê bi cih dikin, dikare veguhere firsendek ji bo guhertinên bingehîn ên herêmê. Bêguman rewşa niha dikare çarenûsa gelan bi taybetî ya gelên di bin mêtingeriyê de ne ji hêla nasnameyî, siyasî, civakî û aborî destnîşan bike. Her wiha rewşa heyî dikare daxwazên sedsalan ên gelê Kurd yên weke azadî û rêveberiya xweser bi xwe re bîne.”

Goran Şaho bal kişand li ser rastiya rewşa aloz a herêmê û wiha pê de çû: “Wê gavê 3 xetên siyasî hewl didin ku hizir û pergala xwe li herêmê bi cih bikin. Pergala sermayedarî bi îdeolojiya neolîberal ku hewl dide hê bêhtir pergal, hizir û desteserkirina sermaye ya li herêmê cîhanî bike, pergala dewlet-netewe jî bi nêzîkatiyeke statuparêz hewl dide ji bo domandina xwe destkeftiyên gelan desteser bike. Li hemebrî van her du xetan jî xeta demokratîk ango xeta gelan û berxwedanê ye ku hewl dide xwe bigihîne daxwazên mafdar ên siyasî, çandî û nasnameyî. Wê gavê pêşengtiya wê xetê pergala netewa demokratîk e ku dixwaze ji bo çareserkirina qeyranên heyî pergala sermayedarî û ya dewlet-netewe derbas bike.”

Şaho pergala netewa demokratîk nirxand û bi bîr xist: “Ew pergal xwe di hemû qadan de bi rêxistin dike. Di heman demê de xwe ava û rêxistin dike, di qadên parastin, siyasî, dîplomatîk û xebat û têkoşîneke her alî bi rê ve dibe. Her wiha ew pergal bi projeya dewlet+demokrasî xwe dûr ji hizra rûxandina dewletê bi rêxistin dike û xebatên demokratîk di nava jiyaneke azad û wekhev de dimeşîne. Kongreya KODAR’ê jî li ser wê bingehê ango ji bo ku bikare asta xebatên xwe di rasteya avakirina pergaleke demokratîk û rêxistinbûyî bilin bike, hate lidarxistin.”

Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Goran Şaho têkildarê girîngiya kongreyê ya di rewşa heyî a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wiha axifî: “Di demekî de ku aliyên siyasî ji ber gendeliya exlaqî, aborî, siyasî û parastina berjewendiyên xwe di nava pevçûneke kûr de ne û her wiha ji ber bêkêrtî û siyasetên şaş û xelet ên desthilatdariyê, civak bi qeyranên kûr re rû bi rû kirine; lidarxistina wê kongreyê xwedî girîngiyekî zêde ye. Ji ber ku rêxistingerî, hevgirtina gel û di heman demê de çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazê xwe birêveberî ya ku xwe dispêre vîna cewherî, mijarên bingehîn yên 3’emîn kongreya KODAR’ê ne.”

Goran Şaho nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Kongre bi mêyzandineke rexnegir û di heman demê de rexnedanî bi li berçavgirtina kongreyên dema pêş li Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin. Hêjayê gotinê ye ku şert û mercên şer ya herêmê li gorî berê rewş zehmettir kiriye. Lidarxistina wê kongreyê di nava şert û merceke wiha de serkeftineke mezin e. Hêvîdar im ku bi hemû alî û partiyên siyasî bi têgihîştina rewşa heyî bikaribin di eniyeke yekgirtî de li hemberî mêtingeriyê têbikoşin.”