Şahîn Tolhildan yek ji wan lehengên gelê xwe bû

Li hemberî şerê man û nemanê ku dijmin sed sal in li ser gelê Kurd ferz dike, Nadir Kerîmî biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Bi nasnavê Şahîn Tolhildan, dixwaze tol û heyfa gelê Kurd ji zalim û stemkaran hilde.

Nadir Kerîm bi nasnav Şahîn Tolhildan li sala 1975’an li bajarê Qûre yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Nadir jî weke hemû zarokên Kurd hê ji zarokatî ve li gel zorî û zehmetiyan bi jiyanê re mezin dibe. Weke zarokeke Kurd bi ked û westanê mezin dibe. Li sala 2005’an Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Bi teybet dema diçe navendên rejîma dagirker a Îranê zêdetir pirsgirêkên civakê re rû bir û dimîne û ev yek wisa dike ku  dest bi lêgerînê nû yên jiyana alternatîf bike. Di demaa êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê zêdetir têkoşîna felsefî ya Apoyî nas dike. Ew zilm û qetlîamên DAÎŞ’ê li ser serê gelê Kurd anî wisa dike ku ew jî li dijî zilm û zordariya DAÎŞ’ê cih di nava refên têkoşîna parastina gel û nîştîman de bigire, şer bike û bibe yek ji lehengên gelê Kurd. Li hemberî şerê man û nemanê yên dijminan sed sal in li ser gelê Kurd dimeşînin, Nadir Kerîmî biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Bi nasnavê Şahîn Tolhildan, dixwaze tol û heyfa gelê Kurd ji zalim û stemkaran hilde. Di têkoşîna 5 salan a gerîlatî de Şahîn Tolhildan gelek erk û berpirsyariyan li xwe digire, mohra xwe li nava dîroka Têkoşîna Gelê Kurd dide. Gerîla Şahîn sala 2020’ê li Heftanînê di şereke li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd dibe.

‘HEVRÊTIYA PKK’Ê WELÊ XURTE KU HER KÊLÎ AMADE YE CANÊ XWE JI BO YEK FEDA BIKIN’

Gerîla Şahîn Tolhildan li ser têkoşîn û hevrêtiya gerîlayên PKK’ê vê dibêje: “Ji bo min rêya çiyan, gava yekeme xwe gihandina azadî û Rêber Apo ku dibêje; ‘Ber bi azadiyê gav davêjin’ ji bo wê gava yekem gav avêtina ber bi azadî jiyana çiya ye. Eger li ser van çiyayan, jiyanek, karek  tiştek hebe, bi hev re tê kirin. Ev jî li gel jiyana sîstemê pir cuda ye. Jiyana gerîla li vê serdemê de bûye şêwazeke ya jiyanê ku gelek kes dixwaze vê jiyanê bijî. Tişteke herî balkêş ku li vir min dît, ew bû ku kes ji bo mûce û pere şer nake. Armanca hemû hevrêyan ew e ku li ser yek rê ku Rêber Apo nîşan dayî, dimeşe. A ji hemûyan balkêştir jî li nava civakê girîngî ewqas bi jinê nedihate dayîn, lê min li vir dît jin di asta pêşengtiyê de kar dikin. Jin jî dibin fermandar. Dema karek derdikeve hemû hevrê bi şêwazek dixwaze wî karî bike. Ew hevrêtiya ku li nava gerîla heye, gelek cêwaz e, her kêlî amade ne ku ji bo yek canê xwe feda bikin. Her kes bê ferq û cêwazî ye, jiyanek wekhev dijîn.”

‘JIN Û MÊR LI VIR DI ÇARÇOVEYA EXLAQ DE DIJÎN’

Gerîla Şahîn Tolhildan qala raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev got: “Serokatî bi paradîgmaya nû diyar kiriye ku nabe weke ezmûna Sowyetê û dîsa PKK weke dewletê bikeve nava civakê. Rêber Apo baş pênaseya dewletê kiriye. Li gorî pradîgmaya Rêber Apo civak bi xwe xwe birêve dibe. Di hemû aliyan de xwe bi xwe rêxistin dike. Her wiha di warê parastina cewherî de, her civak pêwîste xwe bi xwe biparêze. Pradîgmaya Rêber Apo li ser esasê azadiya jin e. Li vir jin û mêr li ser bingehê exlaqê civakî dijîn. Bi hev re karên pêşengtiyê dikin.”
 
‘EM AMADE NE HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE JI BO GEL Û WELATÊ XWE ŞER BIKIN’

Gerîla Şahîn Tolhildan di çalakiyên li dijî operasyona leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a sala 2019-2020’an li ser Heftanînê de cih girtibû herî dawî ev tişt gotibû: “Gerîla derbên xurt li dijmin dide. Dewlet di ragihandinê de qet qala kuştî û birîndarên xwe nake. Ev jî nîşan dide ku kuştina leşkeran ji bo wan ne ewqasî girîng e, tenê armanca wan ew e ku destkeftiyên gelê Kurd tine bike û bixe destê xwe. Dixwazin hemû destkeftiyên gelê Kurd li kû derê hebin, bila hebin tine bikin. Li ber vê gerîlayên azadiyê tim rawestiyane, rê nadin dijminê gelê Kurd bi van êrîşan ser bikevin. Em gerîlayên azadiyê amade ne ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo parastina gel û welatê xwe şer bikin.”