Şahîn: Dewlet bi axaftina bi telefonê tecrîdê rewa dike

Endamê OHD'ê parêzer Şemdîn Şahîn anî ziman, ku dewlet demeke dirêj e bi rêk û pêk tecrîdê ferz dike û got, "Dewlet, ji ber ku naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, tecrîdê giran dike."

Şert û mercên tecrîdê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, li tevahiya welêt belav dibe. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PJAK’ê ji bo bidawîkirina tecrîd û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgahan hatibû destpêkirin jî di roja 153'an de ye. Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şemdîn Şahîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand.

Şahîn destnîşan kir ku dewlet salên dûr û dirêj in tecrîdê bi rêk û pêk ferz dike û got: "Tecrîda herî giran li girtîgeha li Grava Îmralî tê pêkanîn. Ocalan di mijara çareseriya pirsa Kurd de, keseke ku dewlet muxatab digire. Me ev rewş dema Ocalan di pêvajoya çareseriyê de bi rola xwe rabû jî dît. Bi rêya tecrîdê, di şexsê Ocalan de gelê Kurd tê cezakirin. Nîşaneya wê yekê ye bê ka dewlet çawa li pirsa Kurd dinêre. Bi tecrîda li ser Ocalan, armanc pêşîgirtin û astengkirin daxwaza gotûbêjkirina pirsa Kurd û daxwazên civakê ye. Dewlet ji ber ku naxwaze pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, tecrîdê giran dike."

'DEWLET BI AXAFTINA BI TELEFONÊ TECRÎDÊ REWA DIKE'

Şahîn wiha dewam kir, "Mafê her girtî/hikûmxawarî yeku bi telefonê karibe biaxive. Tenê dema fikar hebe yan jî zêdebûna daxwazan telefonên ku di nîvî de tê qûtkirin, di warê hiqûqî de ti îzahateke wê nîne." Şahîn wiha pê de çû, "Dewlet bi vê hevdîtinê got ku we agahî girt, ez çiqasî bixwazim û destûr bidim dikarin baxivin. Yanî li gorî hiqûqê ev yek nayê wateya ku mafê xwe yê telefonê bikar aniye. Dewlet bi vê axaftina li derveyî hiqûqê dixwaze tecrîdê rewa bike. Ocalan diyar kir ku ev yek nehiqûqî ye û xwest bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bi vê yekê bal kişand ser hewldana rewakirina tecrîdê. Yanî destnîşan ikrin ku tecrîd dewam dike, dewlet bi rengekî nehiqûqî axaftina bi telefonê bi kar tîne û divê destûr ji rewakirina tecrîdê re neyê dayin. Em rewşê bi vî rengî dinirxînin. Astengkirina mafekî hiqûqî bi rengekî cuda nikare bê vegotin."

'DEWLET TECRÎDÊ KÛR DIKE'

Şahîn diyar kir, ku tecrîd ji bo tepisandin û têkbirinê ye, lewma li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û got, "Di rastiya xwe de ji ber ku rêbazek êşkencê ye, ne li gorî qanûnê ye. Herî dawî dema sala 2019'an Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li Girtîgeha Îmraliyê lêkolîn kir, hatibû tesbîtkirin ku li ser Ocalan tecrîdek mûtlaq heye û êşkence li Birêz Ocalan tê kirin. Hiquqnasên ku bi salane pêkanînên li girtîgeha girava Îmraliyê tînin ziman, CPT'yê bi vê tesbîta xwe ew piştrast kirin. Ev tesbîta CPT’yê hêja ye, lê belê ji bo başkirina şert û mercên Îmraliyê bi ti awayî hewl nedane. Dewletê jî pêkanînên ku tecrîdê rake nekir û tecrîd hîn kurtir kir. Tesbîtên CPT'yê li holê ne. Divê Tirkiye li gorî peymana navneteweyî şert û mercan biguhere, ev bi cih neanî yan jî hincetên ku neke pêşkêş dike. Tirkiye ku mohra xwe daniye binê peymanên navneteweyî, ji ber ku wan bi cih nîne divê pêkanîn lê bên ferzkirin. Lê belê ji ber ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, pêkanîn nayên bicihanîn. Sedemeke din a neguhertina şert û mercan jî ew e ku ji bo bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavek nayê avêtin û Konseya Ewropayê jî zextê nake."

Şahîn anî ziman ku Ocalan xwedî kesayetek siyasî, polîtîk û civakî ye û got: "Ev tesbîteke pir başe ku bêjîn ev ne tenê bi Tirkiye ve sînordare li Rojhilata Navîn û Ewropa jî xwe dide diyar kirin. Dema ku bal hate kişandin li ser bawerî û israra Birêz Ocalan a ji bo siyaseta demokratîk, bê guman bi taybet li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropa wê rewşek bi demokrasî û aştiyê biafire."

'PÊWÎSTE DAXWAZÊN ÇALAKGERÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BI CIH BÊNE ANÎN'

Şahîn wiha axaftinên xwe dom kir: "Ji îro ve grevên birçîbûnê yên ku 27’ê Mijdarê destpê kirin kete roja 153'an. Daxwaza girtî/mehkûmên ketin greva birçîbûnê bi dawî anîna tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Girtiyên siyasî ji bo Tirkiye ya ku ji derveyî qanûnên heyî tecrîda ku pêk tîne bi dawî bike, dikevin greva birçîbûnê. Li cîhanê mînakek din a vê nîne. Yanî ji bo pêkanîna qanûnan mirov dimirin. Rastiya bandora mirinê ya li ser jiyana kesên di greva birçîbûnê de nade diyarkirin. Ji bo ku weke sala 2018-2019’ê giran nebe divê daxwazên wan bê pêkanîn. Daxwazên girtî/hikumxwarên siyasî bi giştî hiquqî ne. Tecrîda ku niha heyî bi giştî pêkanînek keyfî ye."