Şahidên bûyer: Kûyûmcû di cih de ranekirin nexweşxaneyê

Şahidên bûyerê gotin: Ji qereqola Gomanê gule li Kûyûmcû hate reşandin û 2 gule li wî ketin. Piştî ku birîndar bû, di cih de ranekirin nexweşxaneyê.

Li gundê Evliyan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, Adem Kûyûmcû dema bexçeyê xwe av dida, ji ber guleyên ji qereqolê hate reşandin jiyana xwe ji dest dan. Gundiyên ku bûyer dîtin, anîn ziman ku 2 gule li bedena Kûyûmcû ketine, lê di cih de ew ranekirine nexweşxaneyê.

Şahidan diyar kirin, ku leşker piştre ketine nava bexçe, serûm bi Kûyûmcû ve kirine û gotin, "Destpêkê serûm pê ve kirin. Piştî ku dîtin mirî ye, bang li cerdevanan kirin. Piştre bi koparlora mizgeftê anons kirin û gotin, Adem hatiye kuştin. Li ser vê yekê gundiyan berê xwe dan cihê bûyerê. Gundiyan li vê derê neazîbûn nîşanî leşkeran dan. 8 leşker birîndar bûn. Piştre jî gundiyan bi derfetên xwe cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê."

Şahidan gotin, ku cenaze piştre ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Şahidên bûyerê her wiha diyar kirin, ku dozger neçûye cihê bûyerê û 2 saet piştî bûyerê, leşkeran xwê li cihê bûyerê reşandine, av lê kirine û bi vî rengî delîl ji holê rakirine.