Îtîrazên HDP’ê yên ji bo Bedlîs û Tetwanê hate redkirin
Îtîrazên HDP’ê yên têkildarî encamên hilbijartina Bedlîs û Tetwanê hate redkirin.
Îtîrazên HDP’ê yên têkildarî encamên hilbijartina Bedlîs û Tetwanê hate redkirin.
Îtîraza HDP’ê ya ji bo hejmartina 2 hezar û 276 dengên hatin betal kirin û lêkolînkirina ferqa 275 denga a li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve jî hate redkirin.
Li aliyê din serlêdana HDP’ê ya ji bo Bedlîsê jî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hate redkirin. Tê payîn ku HDP piştî van îtîrazan serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind bide.