Îtiraza HDP’ê ya li Tetwanê jî hate redkirin

Îtiraza HDP’ê ya ji bo 2 hezar û 276 dengên hatine betalkirin a li Tetwanê ji bo desteya hilbijartinê ya naveçeyê hatibû kirin hate redkirin.

Îtiraza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo 2 hezar û 276 dengên hatine betalkirin a li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo desteya hilbijartinê ya naveçeyê hatibû kirin hate redkirin.

Rêxistina HDP’ê ya navçeyê wê îtiraza xwe ji bo Desteya Hilbijartinê ya bajar bikin.

Li gorî encamên ne fermî yên li navçeya Tetwan a Bedlîsê HDP’ê 15 hezar û 330 deng, AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng bi dest xistiye. Li navçeya 36 hezar 493 hilbijêr hene, HDP’ê ji bo 2 hezar û 276 deng hatine betalkirin, duh li desteya hilbijatinê ya navçeyê îtiraz kiribû.