Îşkence li gundiyan hate kirin!

Leşker û polîsên Tirk avêtin ser gundê Şapatanê yê Şemzînanê û îşkence li gundiyan kirin.

Li Colemêrgê li gundê Şapatanê yê bi ser Şemzînanê duh bi tevlêbûna leşker û polîsên Tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Piştî ku di şerê operasyonê de polîsekî tîmê taybet hate kuştin, leşker û polîsan dora gund girtin. 36 gundî hatin binçavkirin. Ketin û derketina gund hate girtin û îşkenceya li ser gundiyên ku hatine binçavkirin li Gerînendetiya Emniyetê ya Navçeyê jî domiya.

Piştî îfadeya wan a li emniyetê ji nav 36 kesan, 20 kes serbest hatin berdan. Li ser bedena van kesan şopên îşkenceyê hene. 16 kesên din hê jî di binçavan de ne.

Li ser minareya camiya gund MOBESE hatibû bicihkirin û gundî bi kuştinê dihatin tehdîtkirin. Gundiyan banga bihistyariyê kirin.