'Îro pêşî li Erdogan neyê girtin, sibe wê dereng be'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berîtan Dersim diyar kir ku Erdogan çeteyên DAÎŞ'ê ji nû ve perwerde kiriye, şandiye Ewropayê û ji dewletên Ewropayê re got, "Eger îro pêşî li Erdogan negirin, sibe wê gelekî dereng bibe."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berîtan Dersim tevlî bernameyeke Stêrk TV bû û diyar kir ku hêzên hegemonîk ên xwe ji şer û kaosê xwedî dikin, li Rojhilata Navîn Erdogan bi kar tînin. Beşek ji nirxandina Berîtan Dersim wiha ye:

"Hêzên hegemonîk bi rêya şerê sêyemîn ê cîhanê dixwazin pergala xwe ya kapîtalîzmê li ser piyan bigirin, temenê wê dirêj bikin. Lewma li her cihî şer derdixînin, kaosê derdixînin.

Sîstema kapîtalîst heta niha destê xwe avêtibe kîjan herêmê bûye sedema pirsgirêkan. Li ti cihî nehatiye dîtin ku pirsgirêk çareser kiriye, berevajî, pirsgirêkan girantir dike. Navenda kaos û xitimandina vê sîstemê niha Rojhilata Navîn e. Tiştên ku niha li Rojhilata Navîn diqewime sîstemê bi temamî eleqedar dike.

'DERMANÊ PIRSGIRÊKÊN MIROVAHIYÊ, PARADÎGMAYA RÊBER APO YE'

Di nava rewş û atmosfereke wiha de lêgerîna azadî û demokrasiyê ya gelan heye. Sedema hemû pirsgirêkên heyî sîstema kapîtalîst modernîte ye. Rabûnek li ber vê sîstemê heye. Ji bo danîna sîstemeke nû li şûna vê, her kes ji aliyê xwe ve tiştekî dibêje. Lê belê ya rast, dermanê vê yekê paradîgmaya Rêber Apo ye. Modernîteya demokratîk e, neteweya demokratîk e. Pergal û pêşniyara ku Serokatiya me pêşkêş kiriye dikare bibe jehrkuj. Derveyî vê yekê tiştek nikare ji pirsgirêkên mirovahiyê re bibe çareserî.

Serokatî pirsgirêkên li derveya cîhanê analîz kir, rê û rêbazên çareseriyê hate dîtin, lewma ev yek ji bo hêzên hegemonîk weke gefekê hate dîtin. Serokatiyê me li dijî modernîteya kapîtalîst alternatîf afirand û pratîka wê jî destnîşan kir.

Serok ji ber vê yekê niha girtî ye, li Îmraliyê ye. Hêzên hegemonîk Serokatî ji ber hêza wî ya pêkanînê dîl girtin. Ji bo xwe weke gefekê dîtin. Ji ber ku li pêşiya wan asteng e. Serokatî temsîla gelên bindest, gelên azadîxwaz dike. Komploya navneteweyî ji bo vê yekê hate kirin.

Şer, kaos, xitimandin çiqasî kûr bibe di heman demê de bi xwe re derfetên şoreşê diafirîne. Derfetên afirandina tiştên nû bi xwe re tîne.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê em li dijî sîstema kapîtalîzmê ne. Pergala ku Rêbertî afirandiye ku weke alternatîf, ne tenê ji bo Kurdan e ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Lewma em dixwazin vê sîstemê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bikin. Ji ber vê yekê têkoşîn û berxwedan dewam dike. Çawa hêzên hegemonîk dixwaze sîstema xwe dewam bike, hin hêzên li herêmê jî bi heman rengî tevdigerin. Yek ji wan jî faşîst Erdogan e, hevkarê wî MHP ye.

'ERDOGAN DIXWAZE SÎSTEMA DAÎŞ'Ê BI RÊXISTIN BIKE'

Erdogan faşîst e, serokê çete ye. Em îdîa dikin Serokê Îxwan Muslimîn jî yê DAÎŞ'ê jî, yê El Nûsra jî Erdogan bi xwe ye. Erdogan di bin navê Îslamê de Îslama tundrew bi rêxistin dike, gefê li cîhanê dixwe. Sîstema ku DAÎŞ dixwaze pêk bîne, Erdogan dixwaze navenda wê bike Tirkiye û xeyalên DAÎŞ'ê hemûyan dixwaze pêk bîne. Erdogan bi taybetî çeteyan bi rêxistin dike. Çete bi xwe li vê mikur tên. Yên ku çûn Qerebaxê bi xwe gotin ku ew girêdayî Tirkiyeyê ne.

Di xwîn, gena Erdogan, alîgirên wî de faşîzm heye, hovîtî heye, dagirkerî heye. Her devera ku diçe dagir dike, demografiyê diguherîne.

'JI BO GELÊ KURD Û GELÊN ROJHILATA NAVÎN SEROK APO, PKK ŞENSÊ DAWÎ YE'

PKK, Serok Apo şensê dawî yê gelên bindest e. Eger ev şens hem ji aliyê Kurdan hem ji aliyê gelên din ve neyê bikaranîn, nepêkane careke din asta heyî bi dest bikeve. Destketiyên ku heta niha li nava gelan hatiye afirandin, wê hemû ji dest biçin û dibe ku komkujiyên gelekî xerab li gelan bê kirin. Ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, Serok Apo şensê dawî ye. Eger ev şens neyê bikaranîn, xwedî li Serok Apo neyê derketin milet wê êdî azadiyê ji bîr bike, di xewna xwe de jî wê nikaribe azadiyê bibîne. Ji ber ku her diçe hêzên hegemonîk xeyalên mirovahiyê dikuje. Mafxwestinê nade kesekî. Ji bo gelên bindest azad bibin, hemû kesên civakê, di serî de jin û ciwan ji bo azad bibin pêwîste xwedî li Serokatî derkeve.

Erdogan ne ewqasî xwedî hêz e, di dema xwe ya herî lawaz de ye. Kiryarên wî yên li dijî Kurdan, li dijî gelên Tirkiyeyê bi kar tîne çi ye? Faşîzm e. Gelên Tirkiyeyê ji vê yekê aciz e, nerazî ye. Lê belê muxalefet ne rêxistinbûyî ye, nayê gel hev. Çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê hilbijartin nîne. Rizgarî bi yekîtiya gelan dibe. Divê gelên Tirkiyeyê hemû bibin yek, têkoşîna hevpar e. Ev yek rêya serketinê ye.

HDP pêşengiyê ji guherînê re dike, lewma HDP kirine hedef. Şaredariyên HDP'î nehiştin, qeyûm danîn hemûyan. Ne tenê qirkirina siyasî heye, her wiha qirkirina fîzîkî jî heye. Rejîma Tirkiyeyê berê kiryarên wiha faşîst vedişart, kuştinên kiryar nediyar bû. Niha Erdogan bi xwe dike. Bi rengekî eşkere dibêje û kiryarên xwe diparêze jî. Êrişî hemû saziyên gel dike. Erdogan ewqasî bi hêz e? Na. Lê belê gel bêrêxistin e... Erdogan jî dibêje 'Eger alem, civak ev be, ez jî qiral im'.

'DAÎŞ NIHA LI EWROPAYÊ RÊXISTINKIRÎ YE Û JI ALIYÊ ERDOGAN VE TÊ FÎNANSEKIRIN Û RÊVEBIRIN'

Erdogan gefeke, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî gefeke. Erdogan ji Lîbya heta Ermenistan, Derya Spî, Sûriye, Iraqê êrişî her deverê dike. Jê bê wê heta Viyanayê jî heta Berlînê jî biçe.

Hate dîtin ku Erdogan ne tenê belayê serê Kurdan e, ew belayê serê tevahiya cîhanê ye. Erdogan bi rêya rêxistinên Îslama tundrew, DAÎŞ û El Nûsra gefê dixwe. Li Heftanînê jî li dijî gelê Kurd, li dijî PKK'ê DAÎŞ'iyan bi kar tînin. Jê bê wê çeteyan sibe bişîne Yewnanistanê, niha şandiye Qerebaxê. Bila Ewropa bi temamî baş zanibe, DAÎŞ li Ewropayê bi rêxistinkirî ye. Yê ku fînanse dike, yê ku wan xwedî li wan derdikeve û yê ku ew şandine Erdogan bi xwe ye. Eger niha pêşî lê neyê girtin, sibe dereng e. Hemû mizgeftên li Ewropayê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine birêxistinkirin, hinek saziyên civakî teqez di destê DAÎŞ'ê de ne. Ev yek karê esasî yê Erdogan e. Ji ber ku dixwaze xwe bi vî rengî bi dinyayê bide qebûlkirin. Di vê mijarê de divê Ewropa jî bi aqilane tevbigere û pêşî li Erdogan ê faşîst bigire.

Ev yek gefeke li ser tevahiya cîhanê ye. Lewma divê her kes li dora tevgera azadiyê, li dora Rêber Apo bicivin, bibin yek, li ber faşîst Erdogan derkevin. Ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e.

'PKK RÛMETA MIROVAHIYÊ DIPARÊZE'

Ewqasî êrişî tê kirin, dibêjin ku pirsgirêk di navbera Erdogan û PKK'ê de heye. PKK rûmeta mirovahiyê diparêze. Ji ber vê yekê Erdogan û sîstema kapîtalîst ji me aciz in. Rêbertî ji ber ku rizgariya mirovahiyê ye komplo li dijî wî hate kirin, hate girtin. Li Misrê hin rewşenbîr, nivîskar, dîroknas têkildarî Rêbertî nivîs nivîsandin, nirxandin kirin. Mirov bi vê yekê kêfxweş dibin. Ji bo me yek ji serketinên herî mezin yekîtiya gelên Kurd û Ereb e. Li şoreşa Rojava paradîgmaya neteweya demokratîk bi cih hate anîn. Gelên herêmê bi hev re dijîn. Lewma Erdogan ji yekîtiya Kurd û Ereban aciz e.

'DIVÊ GEL LI BENDÊ NEMÎNE'

Pêngava ku KCK'ê da destpêkirin pêngaveke dîrokî ye. Pêngaveke derengmayî ye, lê pêngaveke dîrokî ye. Divê xwedî li pêngavê bê derketin. Divê ne tenê gelê Kurd, hemû gel xwedî li vê pêngavê derkevin. Mîna ku min got, Rêbertî şensê me yê dawî ye. Ev şens wê careke din bi dest nekeve. Di vê pêvajoyê de wateya gotina 'em ji bo aştiyê têdikoşin nemaye'. Qada kîjan aştiyê dikin. Her roj komkujî, zilm, êşkence tê kirin, hin siyasetmedar radibin dibêjin 'em ji bo aştiyê têdikoşin'.

Her qad her der divê bibe cihê têkoşînê. Divê bê gotin, eger êriş li dijî me bê kirin em ê li ber xwe bidin. Dema rêveberiyên wiha derbas bûye. Em hatine ber serketineke mezin. Em gelê Kurd ber bi serketineke mezin ve diçin.

Dem dema azadiyê ye, azadî jî bi gotinên aştiyê nabe. Azadî bi têkoşîneke radîkal dibe. Dijmin çiqasî êriş bike divê nêzîkatiyeke lawaz neyê nîşandan. Li şûna ku em ê mîna koleyan bijîn, li şûna ku her roj bên kuştin, girtin, destavêtin û destdirêjî bê kirin, divê em têbikoşin, berdêlan bidin û bi rengekî azad bijîn. Gel divê êdî pêşengan ji nava xwe derxîne, bimeşe û li benda kesî nemîne."