Îranê deriyê sînor ê Pervîzxan girt

Yek ji deriyên sînor ên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê deriyê Pervîzan ji aliyê Îranê ve bi temamî hate girtin.

Ambargoya, ku piştî referandûma 25'ê Îlonê di çarçoveya hevkariya Îran, Tirkiye û Iraqê de li ser Başûrê Kurdistanê tê ferzkirin, roj bi roj giran dibe. Deriyê sînor ê Pervîzxan, ku di navbera bajarê Qasr-î Şîrîn ê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê de ye, îro ji aliyê Îranê ve hate girtin.

Berpirsyarê deriyê sînor ê li aliyê Başûrê Kurdistanê Alî Tevfîk li ser girtina deriyê sînor ev agahî da: "Deriyê sînor, ji îro danê sibehê û pê ve li bazirganî û derbasbûna bi her awayî hate girtin. Li ser sedema girtina deriyê sînor, rayedarên Îranê heta niha ti agahî nedane me."