Îran zengîniya çandî li dijî gelan bi kar tîne

Îran zenginiya çandî li dijî gelan bi kar tîne, serî li rêbazên wiha dide ku wan bi hev bidin şerkirin, ji hev dûr bixe, bikin ku tinazê bi hev bikin û hev kêm bikin.

Îran zenginiya çandî li dijî gelan bi kar tîne, serî li rêbazên wiha dide ku wan bi hev bidin şerkirin, ji hev dûr bixe, bikin ku tinazê bi hev bikin û hev kêm bikin.

Efrûx Furuhzade ku ji gundê Behramadê ya Mêrîwanê ey û têkilî Rojhilat lêkolînan dike, wiha behsa gavên rejîma Îranê yên li ser Rojhilatê Kurdistanê dike:

''Dewletê li ser her herêma Rojhilat polîtîkayeke cuda ya asîmîlasyonê daniye. Mînak ji bo Kurdan û Azeriyan li hev sor bike gelek siyaset danîne ber xwe. Kurd û Azerî kirine zik hev û li navendên dewletê peywir dane Azeriyan. Piraniya wan memûr in. Her wiha ew li navendên leşkerî danîne. Ji ber vê, Kurdan, Azerî tim weke dewletê dîtine.''

'EŞÎRAN LI HEV SOR DIKIN'

Furuhzade her wiha got yek ji polîtîkaya dî ya rejîmê ew e ku eşîran li hev sor bike û bi vî rengî wan xwe bi xwe ve girêbide, rejîma Îranê hewl daye ku eşîrên li Mukriyan, Loristanê di berjewendiya dewletê de bide şixulandin, li Mukrîyanê mînakên vê jî hene û piraniya eşîrên vir kişandine nav dweletê, beşeke mezin ê eşîrê kirin besîc, kirine memûr. Bi taybetî ji bo ku di navbeyna Hewramî û Soranan de cihêtiyê çêbikin wiha dikin. Furuhzade got, ''Eşîrên Mukriyanê li dijî Kurmancan rêxistiniya wan hatiye kirin. Ji bo ku nehêlin bi hev re bijîn tim li hev sor kirine. Dema ku li dijî Kurdan operasyon dibe, ji bo ku wan bêhtir li hev sor bikin çeteyên ku endamên eşîran pêk hatine dibin operasyonan.  Her wiha li herêmên Hewreman, Soran, Erdelan, Mêrîwan, Hewramî kirine memûr.''

'JI BO KU CIWANAN JI RÊ DERXIN MADEYÊN HIŞBIRÊ BI KAR TÎNIN'

Furuhzade bi berdewamî got rejîma Îranê li deverên ku aliyê wan ê şervanî û têkoşeriyê xurt e ji bo ku ciwanan ji rê derxîne madeyên hişbirê bi kar tîne, diyar kir dewleta Îranê li Kirmanşanê ku bi aliyê xwe yê şervanî tê zanîn, vê polîtîkayê dike, jixwe kesên ku kişandî aliyê xwe ji hêla leşkerî ve wan perwerde dike, peywirdar dike, van hêzên leşkerî ku ji Kirmanşanê derxistî, li deverên weke Sinê ku bi berxwedaniya navdar in bi cih dike û got, piraniya êşkencekar, polîs û ên ku lêpirsînan dikin ên li Sinê ji Kirmanşanê ne, bi vî rengî helwesta gel li dijî Kirmanşanê zêde dibe û wiha Kurdan li hev dikin dijmin.

Furuhzade got, ''Şiîyên li Kirmanşanê li navendên dewletê dikin memûr. Bi vî rengekî îmaja ku Kirmanşan li aliyê dewletê de di nav gel de tê çêkirin.''

'MEZHEBAN BI KAR TÎNIN'

Furuhzade her wiha diyar kir rejîm ji bo ku gel hev dûr bixe mezheban jî dide bikaranîn, li Ciwanro ji bo ku Sinî zêdetir in êrîşeke îdeolojîk li ser wir heye, li wir Selefîtiyê derdixin pêş, dînîgiriya radîkal geş dikin, li dijî Kurdên şiî bi kar tînin, cihêtiya di navbeyna çandan de tespît dikin û fanatîzma dînî gur dikin.

CIHÊTIYA ZARAYAN BI KAR TÎNIN

Furuhzade her wiha got dewlet ji bo ku gel ji hev dûr bixe cihêtiya zaravayan jî bi kar tîne, dike ku tinazê bi hev bikin û got, ''Mukrîyanî xwe ji Şikakiyan meztir dibîne. Eşîrên Şikakî xwe ji hev meztir dibînin. Belkî ev rewş ji aliyê mîzahî ve tê ser ziman. Lê bi van mîzaahan fikrek tê çêkirin. Hewremî tinazê xwe bi Soran dike, Soran tinazê xwe bi Hewramiyan dike. Kurdan ji hev parçe dikin. Hawramiyan li dijî Mêrîwaniyan, Mêrîwaniyan li dijî Sinêyiyan, Sinêyiyan li dijî Hawramaniyan sor dikin.''