ÎRA: Em piştgiriya rojnamegerên girtî bikin
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad ji bo rûniştina rojnamegerê girtî Erdogan Alayûmat a di 2’ê Sibatê de bang kir.
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad ji bo rûniştina rojnamegerê girtî Erdogan Alayûmat a di 2’ê Sibatê de bang kir.
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad ji bo rûniştina rojnamegerê girtî Erdogan Alayûmat a di 2’ê Sibatê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
ÎRA’yê got ku nûçegîhanên DÎHA’yê ya ku bi Biryarnameya di hukmê Qanûnan de hatibû girtin, Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman piştî 6 mehan ew ê derkevin pêşberî dadgehê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Akman û Alayûmat di 14’ê Tîrmehê de li navçeya Islahiye ya Dîlokê hatin binçavkirin û piştî ku derketin pêşberî dadger Akman, serbest hate berdan û Alayûmat bi îddîaya ‘sîxuriyê’ hatiye girtin.
‘SÛC NEKIRIN, ROJNAMEGERÎ KIRIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “Têkildarî Akman û Alayûmat 45 salan cezayê girtîgehê tê xwestin û di 2’ê Sibatê de wê rûniştina wan were kirin. Em diyar dikin ku nûçeyên ku wan çêkirin û wêneyên ku wan girtine ne delîlên sûc in û rojnamegerî ne sûc e.
Em dixwazin tevî Alayûmat 170 hempîşeyên me yên girtî jî serbest werin berdan û em ji hemû rojnamegeran re azadiyê dixwazin.