Îmîr a HDP'î: Em ê xwedî li kevneşopiya Newrozê derkevin

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr got, "Cara yekê ye ku em ê Newrozê bi rengekî girseyî pîroz nekin. Lê belê li her cihî em ê bi agirê Newrozê xwedî li piştevaniyê derkevin."

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr yek ji wan kesan bû ku di sala 1992'an de Newroz li taxa Cûdî ya Cizîrê pêşwazî kir, pîroz kir û bû hedefa êrişa hêzên dewletê. Parlamentera HDP'ê Îmîr qala Newroza wê demê ya li Cizîrê kir.

Îmîr bi bîr xist ku Newroz di bedena Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan de her biharê li nava bi milyonan mirovî şîn dibe û got, "Ji ber vê yekê her bihar ji bo Kurdan ji nû ve vejîn e. Agirê azadiyê di bedena wan de jî be wê ti carî venemire."

EZ JÎ LI TAXA CÛDÎ BÛM

Îmîr ku di salên 1990'î de beşdar û şahida pîrozbahiyên Newrozê bû, destnîşan kir ku qîrîna li cografyayeke qedexekirî hêsan nîne.

Nûran Îmîr bi bîr xist ku li Cizîrê di salên 1990'î de mirovên ku bi qîrîna dirûşman Newroz pîroz dikirin dibûn hedefa êrişên giran û got, "Li Cizîrê li gorî kevneşopiya Newrozê girseya gel ber bi goristanê ve dimeşiya. Ev kevneşopî jî piştî ku di 5'ê Çileya 1991'ê de kesek li mala xwe hate qetilkirin dest pê kiribû. Piştî sala 1991'ê her taxê bi meş û govendê Newroz pîroz dikir. Piştî 18'ê Adarê agirê Newrozê her êvarê li taxekê dihate vêxistin û bi komên biçûk heta derengiya şevê govend dihate gerandin. Coş û kelecan di asta herî bilind de bû. Ez di sala 1992'an de li taxa Cûdî di nava komekê de bûm. Mirov li hev kom bûbûn, dest bi gerandina govendê û meşê dikirin. Di serî de Kerem Otel ji ser her ban û kargehê fîşek hate berdan. Bi sedan mirov birîndar bûn, bi dehan ji wan li pêş çavên me jiyana xwe ji dest dan. Cizîr bi temamî ji 7 heta 70 salî li derve bû, ez û malbata min jî..."

NE TENÊ CEJNEKE BIHARÊ YE

Parlamentera HDP'ê Îmîr destnîşan kir ku Newroz ne tenê cejna biharê ye û got, rastiyeke Kurdan e ku koletiyê, mêtingeriyê red dikin û hebûna xwe bi qîrîna agir bilind dike. Îmîr got, "Weke roja berxwedanê ya qîrîna daxwazên siyasî û civakî dihate pênasekirin. Newroz rabûna li ber qedexe û înkarê bû. Li girseyeke welê rast hatin ku serî li ber zîhniyeta qedexekar netewand. Ev girse roj bi roj mezin bû. Çi kirin jî agirê Newrozê her biharê geş bû."

BI GIRSEYÎ NEBE JÎ EM Ê PÎROZ BIKIN

Îmîr anî ziman ku ku Kurd li gorî kevneşopiya Newrozê tevgeriyan, her biharê agirê Newrozê dadan û got, "Îsal ji ber vîrûsa koronayê em ê yekemcar Newrozê bi rengekî girseyî pîroz nekin. Lê bi girseyî nebe jî em ê li her cihî agirê Newrozê vêxistin. Bi pêxistin û vemirandina lampeyan jî be, bi vêxistina sê niftikan jî be em ê xwedî li kevneşopiya Newrozê derkevin."