Îmamoglû: Ez ê ferqê nexim navbera 16 milyon mirovan-NÛ BÛ

Îmamoglû got ku: Stendina dengan a bi milyonan divê pêşengan ji rastiyan dûr nexe.

Namzetê şaredariya bajarê mezin a Stenbolê yê ji CHP’ê Ekrem Îmamoglû piştî ku Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) qedexeya hilbijartinê rakir, daxuyaniya pêşîn da.

Îmamoglû got ku “Îro hilbijartina me li dar xist, hilbijartinek bi watedar e. Yek ji îfadeya vê hilbijartinê jî ya girîng ew e ku pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye. Li ser xêrê be û bila bibe wesîleya tiştên baş. Ez spasiya hemû wezîfedaran dikim. Em ji bo we hemû xebatkar û wezîfedaran minetdar in. Yên ku qehremanê demokrasiyê ne, hûn in.  Li gorî daneyên di destên me de, encam ne diyar e. Lê encama zelal wê li gorî zabitnameyan eşkere bibe. Ez bang li hemû wezîfedarên dibistan û desteya hilbijartinê yên navçeyan dikim, dest ji girtek û sindoq û dengên xwe bernedin û terk nekin. Berpirsiyariya dîrokî didome. Ez spasiyê xwe ji hemû xebatkarên CHP, ÎYÎ partî, hilbijêrên HDP û hemû partiyên siyasî re dikim. Pêvajoyek nû dest pê dike. Îtîfaqa Stenbolê pêşdarazî şikandin. Serdema hezkirina biratiyê dest pê kiriye. Partî ne armanc in. Amûr in. Partî û serokên partiyan ne pîroz in. Cihê rêberan, ne ser gelan e. Divê xizmeta gel bikin. Ji ber ku serdestî bê qeyd û bê şert ya gelan e. Êdî dema biratî û hezkirinê dest pê kiriye. Stendina dengan a bi milyonan divê pêşengan ji rastiyan dûr nexe.

Ev destpêkirina li Stenbolê bila li ser xêrê be. Wê her tişt xweştir be. Ez we hemûyan spas dikim.”