ÎHD: Hêzên dewletê ji mirina penaberan berpirsyar in

Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê li ser kuştina 4 penaberan a li Qoserê daxuyanî da ku dema hewl didan ji sînor derbas bibin jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê ji mirina penaberan berpirsyar in.

Şaxê Mêrdînê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser mirina 4 ji 10 penaberên 5'ê Cotmehê dema hewl didan ji bajarê Hesekê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê derbasî navçeya Qoserê ya Mêrdînê bibe jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tê îdîakirin ku 4 penaber dema ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve paşve hatin vegerandin pê li mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan" û hate ragihandin, "Mirovên sivîl ên dixwazin ji sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Mêrdînê derbasî Tirkiyeyê bibin, hin caran bi fîşekên hêzên ewlehiyê, carna jî pê li mayinê dikin û bi vî rengî jiyana xwe ji dest didin. Li ser sînor mirina mirovan, birîndarbûna wan, kiryarên xerab êdî veguheriye rewşeke asayî. Ev qada mayinkirî ku li gorî peymana Ottawayê divê ji holê bê rakirin hîn jî dibe sedema mirina mirovan."

Di daxuyaniyê de têkildarî tiştên bên kirin wiha hate gotin, "Divê lêpirsîneke xurt bê meşandin, encamên lêpirsînê bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha em dixwazin ku Walîtiya Mêrdînê dest bi lêpirsîna îdarî bike, cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê radestî malbatên wan bên kirin."